259 kesî dema wêneyên xwe girtin jiyana xwe ji dest dan 2019-06-27 14:43:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna ku hatî kirin de kêmanî 259 kesî dema wêneyên xwe digirtin jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji 4'an 3 mêr dema wêneyên xwe girtin jiyana xwe ji dest dan. Li Hindîstanê herî kêm 159 kes dema wêneyên xwe girtin jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî lêkolîneke Hîndî ku di rojnameya Journal of Family Medecine and Primary Care de weşiyayî di navbera cotmeha 2011'an û mijdara 2017'an de bi kêmanî 259 kes dema wêneyê xwe digirtin (selfîe) mirin. Li gorî lêkolînê her çendî jin ji mêran zêdetir xwe digirin jî, ji 4'an 3 mêr di dema wêneyên xwe digirin de jiyana xwe ji dest dane. Ev jî bi rengê xeniqandin, qezaya trafîkê, ketin, şewitîn û mirina bi çekan pêk te.   Li Hindîstanê ku 800 milyon telefonên destan hene, 159 kes ji ber dema wêneyê xwe digirtin mirin, di pey Hindîstanê re ji ber xwegiriyê welatên ku herî pir kes lê dimirin Rûsya, DYE û Pakîstan e. Li Rûsyayê xwegirî bû sedema mirina 16 kesan û li DYE'yê jî bû sedema mirina 14 kesan. Her wiha li Brezîlya, Wîetnam, Elmanya û gelek welatan ji ber xwegirtiyê li ser rêya qeza çêbûn.