Jin li dijî polîtîkayên zayendparêz û baviksalar li Swîsreyê daketin qadan 2019-06-15 11:47:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê piştî 28 salan cara duyemîn greva jinan a netewî hat lidarxistin. Tê texmînkirin ku li tevahiya welat zêdetirî mîlyonek jin beşdarî grevê bûne. Jinan di grevê de wiha bang kirin: "Ji newekhevî, politîkayên zayendî û tundiya li ser jinê re 'Êdî bes e'."   Jinên Swîsreyî cara yekemîn bi daxwaza wekheviya mafan di 14’ê hezîrana 1991’an greva netewî li dar xistibûn. Piştî 28 salan jinên Swîsreyî dîsa bi daxwaza wekhevî, azadî û edaletê duh ketin grevê. Di çarçoveya greva jinan a netewî de bi pêşengiya sendîka û rêxistinên jinan bi sed hezaran jinan dev ji kar berdan û daketin qadan. Ji derveyî partiya rastgir a navend UDC hemû partî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan greva jinan. Greva jinan di çapemeniya Swîsre û cîhanê de bû rojev.   Di saet 15.24'an de dev ji kar berdan   Jinan bi dirûşmeya “Hê bêhtir rêzdarî, hê bêhtir dem, hê bêhtir mûçe” dev ji kar berdan û di saetên serê sibê de beşdarî çalakiyan bûn. Piraniya jinan di saet 15:24’an de dev ji kar berdan û beşdarî gevê bûn. Ferqa di navbera jin û zilam de hat nihertin û hat tomarkirin ku ji vê saetê ve jin bê mûçe kar dikin.   'Karê wekhev û mûçeyên wekhev daxwaz kirin'   Di çarçoveya grevê de tevahiya rojê çalakî hatin kirin û şev jî li hemû bajarên Swîsreyê bi sed hezaran jin meşiyan. Parlamenterên jin ên di asaya netewî û kantonal de erkdar in jî beşdarî grevê bûn û di meşê de bi sed hezaran jin bi yek dengî dirûşmeyên “Karê wekhev, mûçeyê wekhev”, “Jin raweste wê cîhan jî raweste”, “Grev, grev, grev feminîst”, “Dewleta polîs berhemê baviksalarî ye”, “Ne baviksalarî û ne jî sînor”, “Çare berxwedane" û “Bila jinên cîhanî bibin yekbûyî” berz kirin.   'Ne jinê pergal û civakê biguherînin    Jinan bi pankart û dovîzan bal kişandin  ser daxwazên xwe. Jinan bi gotina “Ji newekhevî, politîkayên zayendî û tundiya li ser jinê re "Êdî bes e” li dijî pêkanînên cûdakariyê banga ketina tevgerê li rayedaran kirin. Di meşê de li dijî polîtîkayên baviksalarî, neolîberal û kapîtalîst hêrsek mezin a jinan hebû û di heman demê de bê navber dirûşmeya “Ne jinê, pergal û civakê biguherînin” berz kirin.   Jinên kurd piştgirî dan meşê   Rêxistinên jinên koçber jî piştgirî da meşê û jinên kurd jî bi rengê xwe beşdarî meşan bûn. Di mîtîngên ku piştî meşan hatî lidarxistin de jinên kurd axivîn û balkişandin li ser têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û peyama “Berxwedana jinê azad dike” dan.   Grev ket rojeva welat   Di çarçoveya Greva Jinan a Netewî ku bû rojeva welat û Ewropayê li hemû bajaran meş hat lidarxistin, meşên herî qerebalix li Bern, bajarên Cenevre, Lozan, Basel û Zurîhê bûn.    Li gorî daneyên polîsên Swîsreyê weşandine li hinek bajaran rêjeya tevlîbûna meşan wiha ye; Zurîh 70 hezar, Bern 40-50 hezar, Basel 40 hezar, kantona Tessîn 40 hezar, Cenevre 15 hezar, Delemont 5 hezar û Frîboûrg 5 hezar jin tevlî meşan bûne. Di rojên pêş de wê sendîka û rêxistinên jinan rêjeya beşdarbûna grevê aşkere bike tê texmînkirin ku li tevahiya welat zêdetirî mîlyonek jin beşdarî grevê bûne.   (Çavkanî: ANF)