Jinên li Swîsreyê: Ne jinan, pergal û civakê biguherînin 2019-06-13 14:52:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li Swîsreyê ji bo mafên wekhev, edalet û azadiyê sibêhê dest bi grevê dikin. Di grevê de wê peyama ‘ne jinan, pergal û civakê biguherînin’ bê dayîn.    Li Swîsreyê jin bi daxwaza ‘mafên wekhev’ di 14’ê hezîrana sala 1991’an de ketibûn grevê. Piştî 28 sal şûnde wê sibê dîsa têkevin grevê. Vê greva neteweyî bi pêşengiya rêxistinên jinan û sendîkayan tê lidarxistin û gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî jî piştgiriya xwe diyar kirine. Greva jinan a neteweyî ketiye rojeva welat. Jinên Swîsreyê pace û şaneşînên malên xwe bi alayên mor xemilandine û ji ber grevê wê li gelek bajaran dakevin qadan.   Rêxistinên jinan bi peyama ‘ne jinan, civakê biguherînin’ re wiha dibêjin: “Di civakekê de heke pere di navendê de be, li wê derê wekhevî nayê avakirin. Tişta girîng divê civakeke wisa were avakirin ku qîmeta mirov û jinan hebe.”