Jina ku bi karê malê re mijûl bû dê tazmînatê bigire 2019-06-11 14:25:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ku pîşeya wê heyî ji ber kar û barên malê nexebitî piştî demekê ji hevjînê xwe veqetiya, doza tezmînatê vekir û qezenç kir. Dadger Victoria Fama, destnîşan kir ku jina xwedî pîşê, ji ber kar û barê malê nexebitî û nekarî teqawît bibe, ji ber vê jî divê tezmînatê bigire.    Li Arjantinê jina 70 salî ku zanîngeh qedandiyê, lê nexebitiye û 27 sal in wekî bi mîlyonan jinên din li şûna ku pîşeya xwe bike, bi karê malê yê rojane re mijûl bûye û zarok xwedî kirine. Jina ku ji bo  mafê xwe bigire doz vekir mafdar hat dîtin. Li gorî biryara dadgehê dê mêrê ku pêre zewicî, 157 hezar euro tazmînatê bidiyê.    Dadger Victoria Fama, bal kişand ser biryarê û da zanîn ku ji bo jin bighije azadiya aboriya xwe û rola xwe di nav civakê de bilîze biryareke bi wî rengî girîng e.  Victoria, destnîşan kir ku ji bo wekheviya aborî biryareke bi vî rengî esas e û wiha got: "Heke jin heta wî temenê xwe bixebitiya dê mûçeyê teqwîtbûnê bigirta, lê niha nikare bistine û nikare li cihekî din jî bixebite."