Li Sûdanê di çalakiya rûniştinê de 100 kes hatin kuştin 2019-06-06 11:46:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Sûdan Hartûmê, hejmara mirovên ji ber êrîşa Konseya Leşkerî ya darbekar a li dijî çalakiya rûniştinê gihîşt 100 kesî.   Komîteya Doktorên Sûdanî bîlançoya nû ya êrîşa leşkeran a li dijî çalakiya rûniştinê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya komîteyê, ji duşemê ve herî kêm 100 kes mirine. Bi fermana Konseya Leşkerî ya Demkî ku dest daniye ser desthilatdariyê, êrîş li dijî çalakiya rûniştinê hatibû kirin ku li pêşiya biryargeha leşkerî ya li Hartûmê hatibû pêkanîn. Êrîş ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Brîtanya Mezin û gelek welatên mezin ve bi tundî hate şermezarkirin.   Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, belavoka ku kuştina sivîlên li Sûdanê şermezar dike, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hate blokekirin. Di belavokê de dihate xwestin ku tundî tavilê bi dawî bibe û danûstandin pêk werin. Komîteya Doktoran diyar kir, milîsên Konseya Leşkerî ji komkujiyê berpirsyar in. Li gorî tevgera gel, rêxistina milîs a bi navê Hêzên Desteka Lezgîn bi taybetî tevlî êrîşê bûne.   Li Sûdanê di 19'ê kanûnê sala 2018'an de ji ber krîza aboriyê çalakî hatin destpêkirin û piştî 11'ê nîsanê arteşt dest danî ser rêveberiyê û desthilatdariya 30 salan a Omer El-Beşîr hat bi dawîkirin. Ji bo rêveberiyeke sivîl çalakvan di nav hewldanan de nin û bi rayedarên arteşerê hevdîtinan pêk tînin.