Li Fransayê ped dê bêpere bê dayîn 2019-05-31 09:53:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tabûya reglê û ji bo berhemên hîjyenik li Fransayê, ji bo jinan dê ped bêperê bê belavkirin.    Hikûmeta Fransayê li dijî tabûya reglê, ji bo berhemên hîjyenîk û her wiha ji bo jinên ku rewşa wan a aboriyê nebaş dê bêperê ped û tamponan belav bike. Proje ji hêla siyasetmedar û berpirsa Wekheviya di Navbera Jin û Mêr Marlene Schîappa hat amadekirin. Marlene, ji bo projeyê bi gelek parlamenter, komele û karsazên berhemên hîjyenîk difirojin re civîn li dar xist. Li gorî projeyê qadên kollektîf dê bên hilbijartin û dê li vir berhemên hijyenîk ên ji bo jinê bêperê bên belavkirin. Her wiha Senator Patricia Schillinger dê rêveberiya projeyê bike.