35 karkerên li Îranê nehatin berdan 2019-05-27 11:30:51   NAVENDA NÛÇEYA - Li Îranê bi minasebeta 1’ê Gulanê ya îsal, karker, rojnameger û Rêxistinên Mafên Mirovan yên xwecihî derketin qadan û çalakî pêk anîbûn, di encama çalakiyê de 35 kes di nav de du rojnameger heyî hatin binçavkirin û heta niha jî nehatin berdan.    Li gorî Ajansa "Radiyo Firda” ya Amerîkî, bi minasebeda Roja Cejna Karkeran di 1'ê Gulanê de karker, rojnemeger û Rêxistinên Mafên Mirovan çalakî li dar xistin, nêzî 35 karker hatin binçavkirin û girtin. Heta îro jî nehatin berdan.    Xwepêşandan ji aliyê 20 rêxistinên xwecihî yên ji bo mafê mirovan xebat dikin hatî bi rêxistin kirin û li ber Parlamentoya Îranê çalakî li dar xistin. Karkerê ku hatibû binçavkirin û piştre serbest hat berdan û diyar kir ku piştî ku xwepêşandanê des bi meşe kirine, polîsên îranî êrîşê çalakvanan kiriye û nêzî 50 kes di nav de jin jî heyî hatin binçavkirin.    Ji wan kesên ku hatin binçavkirin çend kes hatin berdan. Lê gelek karker jî hîn di bin çavan de ne. Karkerên li Girtîgeha Îfînê ne ev in; Neda Nacî, Atîfa Rengrîz, Nahîd Xdaco, Nesrîn Cewadî, Ferhad Şêxî û Hesen Seîdî. Di nav van girtiyan de jî du rojanmeger hene, navê wan; Merdiya Amîrî û Kîwan Semîmî ye.