Li Afganistanê jineke nûçegîhan hat kuştin 2019-05-12 14:59:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganîstan nûçegîhana jin a navdar Mena Mangal hat kuştin.   Li Afganîstan nûçegîhana jin a navdar Mena Mangal hat kuştin. Nûçegihan Mena Mangal roja Şemiyê li paytextê Afganîstan Kabîlê ji aliyê du kesên bi motorsîklet ku ew gulebaran kirin ve hate kuştin. Mena ya ku di heman demê de şêwirmendeke siyasî bû beriya bi çend rojan li ser medyaya civakî gotibû ew ditirse ku tiştek bê serê wê.   Ji ber kuştina Mena li welêt xemgînî û hêrsekê xwe da der. Aktivîstên mafên jinan ji ber ku rayedaran Mena neparastine bertek nîşan dan.   Mena di 3'yê Gulanê de li ser hesabê xwe yê Facebookê gotibû gefa kuştinê lê tê xwarin lê jineke xurt ji mirinê natirse û hez ji welatê xwe dike.