Li Rûsyayê jinên parastina xwe dikin wê neyên darizandin 2019-05-01 10:39:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rûsyayê, li gorî qanûna nûh jinên ku di dema êrîşa zayendî de parastina xwe dikin wê neyên cezakirin.    Rûsayê li dijî êrîş û tundiya li ser jinan ku roj bi roj zêde dibe qanûneke nûh dexist. Li gorî vê qanûna ku ji parlamentoyê derabs bû wê jinên ku bi tundiyê û êrîşa zayendî re rûbirû dimînin û parastina xwe ya rewa dikin bi tu awayî neyên darizandin.