Li Srî Lankayê 310 kesî jiyana xwe ji dest da 2019-04-23 12:25:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa bombeyî ya li Srî Lankayê de bîlanço her ku diçe giran dibe. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dana gihaşt 310 kesî.   Êrîş li dijî Xiristiyanên ku ayîna Paskalya dikirin û tûrîstan hate kirin. Di nava çend saetan de li çar otel û sê dêran teqîn pêk hatin. Srî Lanka, piştî ku sala 2009'an bi deh hezaran kesên ji têkoşîna azadiyê ya Tamîl Eelamê qetil kir, ji hingî ve nedibû hedefa êrîşan.   Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 310 kes mirin. Li Srî Lankayê rewşa avarte hat îlankirin. Hate diyar kirin ku 13 kes ji ber teqînan hatine binçavkirin. Polîsan diyar kirin, temamiya kesên hatin binçavkirin ji heman koma radîkal in, lê eşkere nekirin ku kîjan kom e.