Jineke filistînî bû namzeta parlamentoya Belçîkayê 2019-04-20 13:15:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Leyla Wafî bi eslê xwe ji Filistînê ye û wek jineke filistînî cara yekemîn ji bo parlamenteriyê li Belçîkayê bû namzet.   Jina filistînî Leyla Wafî zêdetirî 10 salan e wek xebatkar di saziyên rêveberiyê, bazirganiyê û siyasetê de li Brukselê dixebite. Leyla Wafî perwerdeya masterê di Zanîngeha Leuvenê de xwendiye, paşê ji bo hilbijartinên parlementeriyê wek jina yekem a ji Filistînê ji vê erkê re hat hilbijartin.   Leyla Wafî bi eslê xwe ji Xezayê ye, xwendina xwe ya amadehî li Dibistana Jinan a Xanyûsê qedandiye. Her wiha li Zanîngeha Eqsayê xwediniya û bawernameya wêjeya fransî wergirtiye. Paşê di Wezareta Derve ya Filistînê de xebitiye û mastera zanistên siyasî li Zanîngeha Hira ya Belçîkayê, bi daxwaznameyeke ji hikûmeta Belçîkayê xwendiye.        Her wiha di sala 2017`an de Leyla bi komeke jinên Filistînê re li Belçîkayê beşdarî damezirandina "Yekitiya Jinên Filistînê yên li Belçîkayê" dibe ku weke alîgira beşa werger û koçberiyê hat erkdarkirin. Her wiha berî 3 salan Leyla li Brukselê Navenda Perwerdekirina Zarokên Filistînê li ser govendê vekiribû.     Leyla ji gelek dezgehên çapemeniyê re tekez kir ku ew ciwanên Filistînê teşwîq dike da ku beşdarî xebatên siyasî bibin, her wiha bal kişand ser ku ew ê li Ewropayê parastina mafên penaberan û filistîniyan bike.