Li Berlînê 8'ê Adarê roja betlanê hat îlankirin 2019-01-25 11:51:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaleta Almanya Berlînê 8'ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê roja betlanê hat îlankirin.   Li Eyaleta Almanya Berlînê 8'ê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê roja betlanê hat îlankirin. Li meclisê derbarê mijarê de dengdayîn hat kirin û di encma dengdayînê de ji 147 parlamenteran 87'ên wan ji bo ku  8'ê Adarê bibe betlane dengê "erê" bi kar anîn. Li gorî biryara ku hat girtin jinên li Berlînê dixebitin wê di 8'ê Adarê de neçin ser kar.    Niha Berlîn Eyaleta Federal a ku cara yekê 8'ê Adarê betlane îlankiriye ye.