Koma Helbestê û Koma Xwendinê ya Amedê sersal pîroz kirin

  • 08:52 14 Çile 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê, sersal pîroz kir. Di bernameya ji bo sersalê de şano hat lîstin, helbest hatin xwendin, bi erbaneyan stran hatin gotin, çîrok hat xwendin, zûgotinok, tiştanok, pêşgotin, pêkonok hatin gotin. Her wiha dengbêjan kilamên xwe gotin û tiştanok hatin pirsîn û pirtûk diyarî kesên ku bersiva rast dan, hat kirin. Di heman demê de çîrokên bi Kurdî diyarî zarokên ku beşdarî şevê bûbûn hatin kirin.
 
Li tevahiya cîhanê serê salê di şeva 31’ê kanûnê de tê pîrozkirin. Lê li gorî çand û kevneşopiya gelên Mezopotamyayê û Kurdan sersal di şeva 13'ê Çileyê de tê pîrozkirin. Kurd bi şahî û çalakiyên cur be cur sersala xwe pêşwazî dikin. Li Amedê jî Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê bi munasebeta sersalê bernameyek li Şaxa Ofîsê ya Egitim Senê li dar xist. Di destpêkê de derbarê wateya sersalê de Sevgul Şaşmaz û Mehmet Saît Arzu yên ku bername bi cilên xwe yên gelêrî pêşkeş kirin, axaftin hatin kirin. Piştre zarokekî ku cilên gelêrî li xwe kiribû ji derî ket hundur, li temsîka destên xwe xist û got:"Serê salê binê salê xwedê azadiyê bîne Kurdistanê." Piştre koma şanoyê lîstika xwe pêşkeş kir. Lîstika şanoyê qediya şûnde, ji aliyê beşdarvanan helbest hatin xwendin û dawiyê jî dengbêjan kilamên xwe gotin. Her wiha pêşgotin, zûgotinok, pêkenok hatin gotin û çîrok hat xwendin. Piştre tiştanok hatin pirsîn û kesên ku bersiva rast dan pirtûkên Kurdî diyarî wan hatin kirin. Dawiyê çîrokê Kurdî diyarî zarokên ku beşdarî bernameya sersalê bûbûn hat kirin.  
 
Bernmaya sersalê ya Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê bi lêdana erbaneyê û gerandina govendê bi dawî bû.