Nivîskar Asya Xerzan: Divê jin bibin pêşengê civakê û parêzvanên zimanê xwe

  • 09:05 12 Çile 2019
  • Çand û Huner
COLEMÊRG-Qedexe û polîtikayên bişavtinê yên li ser zimanê kurdî berdewam dikin. Têkîldarî wêjeya kurdî û qedexeyên li ser zimanê dayikê nivîskara kurd  Asya Xerzan nirxandin kir. 
 
Li Tirkiyeyê qirkirin û polîkayên qedexekirina  li ser zimanê kurdî  berdewam dikin.  Heta niha gelek sazî û dezgehên zimanê kurdî hatin girtin û her wiha zimanê kurdî bi êrîşên mezin re rû bi rû ma.  Der barê wêjeya kurdî û qedexeyên li ser zimanê kurdî de nivîskar Asya Xerzan nirxandin kir. Asyayê diyar kir ku qirkirina çandê bi qedexekirina ziman dest pê dike û got ku mamosteyên yêkem ên civakê dayîk û jin in. 
 
‘Dengê Bêdengiyê dengê jinên Şengalê û yê jinên bindest e' 
 
Asyayê diyar kir ku wê bi pirtûka xwe ya 'Dengê bêdengiyê' xwestiye dengê jinên Şengalê bide bihîstin û got ku ew amadekariyan ji bo pirtûkek nû dike û wiha berdewam kir;”  Ez jineke kurd ya êzidî me. Ez  ji herêma Xerzan ji Bişêriya Elîhê  me. Hîn dema ku ez biçûk bûme malbata min jî wekî gelek malbatên din ên kurd ji neçarî penaber bûne û koçî derveyî welat kirine .  Ez niha li Almanyayê dijîm.  Pirtûka min a 'Dengê Bêdengiyê' pirtûka helbestan e. Qêrîna hestên fetisandî ye, dixwaze bibe dengê gotin û hestên ku nehatibûn gotin. Min xwest bibim dengê wan kes û hestên ku hatine bêdengkirin. Lewma ku navê wê  Dengê Bêdengiyê ye. Ew dengê jinên Şengalê ye ku bûn hedefa hovîtiya serdemê. Ew qêrîna jinên Êlihê ye ku di bin navê namûsê de tên bêdengkirin bêdengkirin. Ew qêrîna dayîkan e ku zarokên dest hinekirî vedişêrin. Ew dengê dilê jinên kurd e..Ew dengê dilê min e. Pirtûka Dengê Bêdengiyê bi zaravayê Kurmanciya Jêrîn (Soranî) û bi tîpên erebî jî hat weşandin.  Wekî din Pirtûka duyem a Helbestan jî amade dibe. Bi navê  'Bêdengiya bi Deng' e. Her wisa xebateke min ya romanê jî heye ku ev demek e min dest bi amadekariyan kiriye.“ 
 
‘Her gel bi zimanê xwe heye’
 
Asyayê da zanîn ku ziman hebûna gelane û got ku niha êrîşa herî mezin li ser zimanê dayikê pêk tê û wiha dom kir:”Bêguman qedexekirina ziman êrişa herî mezin û talûkeya herî mezin e li dijî gel. Ev komkujî ye. Qirkirina çandê bi qedexekirina ziman dest pê dike. Ev heta astekê mirov dikare têbigihîje. Lê qedexeya ku malbat datînin ser zarokên xwe nayê qebûlkirin. Ev zilma herî mezin e ku li paşeroja me dikin. Zilm e ku li hebûna me û li nasnameya me dikin. Her gel bi zimanê xwe heye. Ziman nasname ye. Ji ber ku eger zimanê me nebe, ti wateya çanda me jî namîne. Ti kes nikare me ji gelê ereb, fars tirk an jî ji gelek din cuda bike. Her kes dişibe hev. Lê ya me dike xwedî nasname zimanê me ye. “
 
‘Wêjeya  kurdî  bi hewlêdanan dê pêş bikeve’
 
Asyayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo pêşketin û zanistiya ziman divê hewledayinên mezin hebin û wiha pê de çû;” Her çend ku ziman qedexe dikin lê di vê serdema teknolojiyê de hinekê jî em neheqiyê li zimanê xwe dikin. Dîsa medya civakî derfeteke mezin e ji bo pêşxisitina çand û ziman. Lê mixabin em şaş bi kar tînin. Herkes radibe bi dû çanda popîlîst dikeve, stranên şaş û xelet dibêjin, gotinên wan ne rast in û diweşînin. Nifşên nû jî wan şaşiyan ji ber dikin û dubare dikin. Bi vî rengî şaşî li ser şaşiyê didome. Ji ber ku saziyên ziman û enstîtûyên kurdî jî baş rola xwe nalîzin. Bêguman ev yek bandoreke neyînî li wêjeya me jî dike. Mantiqê şaş ê ziman, wergera ji tirkî û hevokên bi mantiqê tirkî yan jî erebî dikevin nava zimanê me.”
 
‘Divê em li klasîkên xwe yên kurdî xwedî derkevin’
 
Asyayê bal kişand ser wêjeya modern û wiha got:” Divê em karibin vê derfeta heyî bikin amûreke baş li dijî asîmîlasyonê û baş bi kar bînin ji bo ku em çanda xwe biparêzin. Eger her kes rabe û çav berde vê yekê ku ez ê tiştekî modern biafirînim wê bikevin şaşiyên mezin. Gotineke kurdewarî heye dibêje, ‘Qijikê xwestiye wekî kewê bimeşe, lê meşa xwe jî ji bîr kiriye’ Lewma divê em guh nedin van gotinan. Em pêşî çanda xwe ya kevnar biparêzin, li klasîkên xwe xwedî derkevin, bixwînin, bidin xwendin û li ser vê bingehê bi pêş kevin. Bêguman divê em girîngiyê bidin wergerê jî. Divê saziyên me komeke taybet çêbikin û bi taybetî tenê wergera pirtûkên klasîk û berhemên nûjen ên cihanî bikin. Wan demildest bikin kurdî.”
 
‘Divê jin bibin pêşengê civakê û parêzvanên zimanê xwe’
 
Asyayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku mamosteyên  ziman dayik in û bang li jinan kir ku destûr nedin  bişavtina ku zarokên wan jehrî dik û axaftina xwe wiha bi dawî kir:”Divê em ji bîr nekin Dar li ser koka xwe şîn dibe. Banga min ji bo jinan û ji bo dayîkan kurd heye. Mamosteyên yekem ên civakê dayîk û jin in. Jin dikarin kesayetiyên rast û durust perwerde bikin. Ew dikarin bi vê yekê civakek rast û paqij ava bikin. Çawa heta niha jinan ziman parastiye, divê ji îro û pêve jî jin biparêzin. Divê jin bibin pêşengên civakê û bibin parêzvanên zimanê xwe.”