Lîstika "Tenê Ez" diyarî Leyla Guven hat kirin

  • 11:28 11 Çile 2019
  • Çand û Huner
AMED - Ekîpa Teatra Jiyana Nû, lîstîka xwe ya “Tenê Ez” ji bo piştgirî dayîna çalakiya Leyla Guven pêşkêş kir. 
 
Ekîpa Teatra Jiyana Nû lîstîka xwe ya şanoyê ya “Tenê Ez” li Amedê pêşkêş kir. Lîstîka Kurdî ya li Şanoya Bajarê ya Amedê hat pêşkêşkirin, rastî eleqeyek mezin a şanohezan hat. Lîstikvanên şanoyê piştî lîstina şanoyê, çepikên xurt ji bo performansa lîstikvanan lê dan. 
 
Lîstikvanan, diyar kirin ku ew lîstîka xwe diyarî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 65 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, dikin.