Gulten Kaya: Divê Tirkiye bi rastiya xwe re rûbirû bê

  • 11:56 10 Çile 2019
  • Çand û Huner
STENBOL - Promiyera lîstika şanoyê ya bi navê "Hep sonradan (Her piştre) " li Stenbolê hat nîşndan. Gulten Kaya  piştî lîstikê axivî û  wiha got: "Divê ku Tirkiye bi rastiya xwe ya sirgûn girtîgeh, grevên birçîbûnê, kesên winda û kuştinên kiryar ne diyar re rûbirû bê."
 
Promiyera lîstika şanoyê bi navê "Hep sonradan (Her piştre)" ku ji berhemên Ahmet Kaya û hin beşên ji jiyana wî pêk tê, li UNIC Hallê ya li Maslakê hat pêşandan. Li gel Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk (HDP) pervîn Buldan, Hevseroka Stenbolê ya HDP'ê Esengul Demîr, hevjîna Ahmet Kaya Gulten Kaya û bi sendan kes tevli promiyera hat nîşandan bûn.
 
'Rûbirûhatina rastiya xwe girîng e'
 
Gulten Kaya a ku piştî lîstikê axivî, hestên xwe wiha anîn ziman: "Me di dîroka nêz de çîrokên ku li ber çavên me hatin jiyên ên di ferqê de an ne diferqê de temaşe kirin û guhdar kirin. Belî jî ji ber tişta ku em dibêjin û nakin em di vê rewşê de ne. Divê Tirkiye bi rastiya sirgûnê, girtîgeh, grevên birçîbûn, kesên winda û kûtinên kiryar ne diyar re rû bi rû bê. Ev hemû rastiyên vî welatî ne." 
 
Ji lîstika şanoyê ku 2 saet û nîvan berdewam kir re temaşevanan bi saetan li ser nigan li çepikan xist.