Vê hefteyê Helbestkar Încî Egîd bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê

  • 09:22 9 Çile 2019
  • Çand û Huner
AMED - Vê hefteyê Helbestkara Kurd Încî Egîd bi berhama xwe ya bi navê 'Tu' bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê. Piştî nirxandina pirtûka Încî helbestên wê ji aliyê endamên komê ve hatin xwendin. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ji du hefteyan carekê li Amedê û li bajarên cuda şevbihêrka helbestê li dar dixe. Vê hefteyê Helbestkara Kurd Încî Egîd bi berhama xwe ya bi navê 'Tu' ya ku helbest e, bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê. Derbarê pirtûka Încî de şîrove û nirxandinên girîng hatin kirin. Di şevbihêrka helbestê de di destpêkê de endama Koma Helbestê ya Amedê Roza Metîna mafê axaftinê girt. Roza da zanîn ku berhama Încî Egid a bi navê 'Tu' ji bo xizmeta zimanê dayikê û wêjeya Kurdî xwedî girîngî û taybetmendiyek mezin e. 
 
'Dema ku ez bi zimanê dayikê helbestan dinivîsim ez bextewar dibim'
 
Piştre Încî mafê axaftinê girt û derbarê destpêka nivîsandina helbestê de agahî da û got:"Ji ber ku derfet tune bû malbata min min neşand dibistanê. Lê ez bi derfetên xwe û têkoşîna xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Piştre min dest bi xwendina pirtûkên bi Kurdî kir. Min serdemekê nûçe çê dikir û dişand Rojnameya Azadiya Welat. Berhama min a bi navê 'Tu' ji bo min xwedî taybetmendiyek mezin e. Ez hestên xwe herî xweş bi nivîsandina helbestê rave dikim."
 
Şevbihêrka helbestê ya Koma Helbestê ya Amedê bi xwendina helbestên Încî bi dawî bû.