Newaya Jin bi manşeta 'Edalet hîn di nava tariyê de ye' derket

  • 10:54 3 Çile 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Çileyê ya rojnameya Newaya Jinê ku rojeva jinên Kurd û cîhanê ji nêz ve dişopîne û ji pênûsa jinan dide, derket. Hejmara dawî bi manşeta 'Edalet hîn di nava tariyê de ye' derket. Mijara sereke Komkujiya Parîsê ye.
 
Rojnameyê di hejmara nû de bi berfirehî cih da grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leya Guven dest pê kirine. Di hejmara nû de gelek roportaj û analîz hene.
 
Sakîne Karakoçan bi nivîsa xwe ya li ser Komkujiya Parîsê destnîşan dike ku starta şerê qirkirina Kurdan bi Komkujiya Parîsê hatiye dayin. Karakoçan bi nivîsa xwe bi bîr dixe ku têkoşîna 30 salî ya Sakîne Cansız şerê jiyan û jinbûnê ye, li gel ku destên qirêj ew kirine hedef jî tevgerên cîhanê yên jinan xwedî li Sakîne Cansiz derketine.
 
Fatma Adir jî çalakiyên Qutikzeran ên li Parîsê bi bîr xist, got, şerê li Parîsê didom û domand, "Navê rasteqîniya li Parîsê wê bibe Olyme de Guges, Sara û Jeanne D'arc."
 
Gelek rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn, Esya, Ewropa û Emerîkaya Başûr têkilî komkujiya Parîsê peyamên girîng dan.
 
Ropart Janet Bîehl a ku pirtûka Sakîne Cansiz "Jiyana Min Tim Şer Bû" li Ingilizî wergerand di rojnameyê de cih digire.
 
Rojda Yildirim berxwedana Leyla Guven a ku 7'ê Mijdara 2018'an bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger dest pê kirî şîrove kir. Rojda Yildirim diyar dike ku Leyla Guven pêşengiyê ji pêleke wiha re ya ku ji jêr ve tê, dike.
 
Nivîskar û nûçegihan Nazan Ustundag jî bi nivîsa balê dikişîne ser berxwedana jinê ya di şexsê Leyla Guven û Şebnem Korur Fincancî de xwe nîşan dide.
 
Têkilî rojeva hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê di rojnameyê de cih ji bo şîroveyên Hevşaredara Cizîrê Leyla Imret û Hevşaredara Sûrê Fatma Şik.
 
Nivîskar Zerya Gul jî balê dikişîne ser nûçegihan û parêzvana mafê jinan a Hindistanî Gaurî Lankesh.
 
Nivîsa Endama Koordînasyona KJK'ê Mizgîn Amed a bi navê ''Sara: Xeleke ji pêla berxwedanê'' û her wiha nivîsa Sara Aktaş a bi navê 'Li pey sê kulîlkên berxwedêr'' ku têkilî Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar nivîsî, ku 6'ê Çile ya 2016'an li Silopî hatibûn qetilkirin, di rûpelên Kurdî yê rojnmeyê de cihê xwe girtine.