‘Nêrîna rast bûye xewna bi xof a serdestan’

  • 09:03 28 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
STENBOL - Bertekên li dijî zextên li hember huner û hunermandan, ji aliyê serokomar ve hedef girtin, didomin. Lîstikvana Teatra Jiyana Nû Rugeş Kirici wiha got: “Nêrîna rast û hedefa rast bûye xewna bi xof a serdetan.” Lîstikvan Denîz Turkalî jî bi pêşgotinekê berteka xwe nîşan da.
 
Bertekên li dijî zextên li ser hunermendan didomin. Lîstikvana Teatra Jiyana Nû Rugeş Kirici got:"Huner mutefîka herî mezin a jiyanê ye. Huner berdewam e." Lîstikvan Denîz Turkalî jî bi pêşgotinekê berteka xwe nîşan da.
 
‘Nêrîna rast bûye xewna bi xof a serdestan’
 
Lîstikvana Teatra Jiyana Nû Rugeş Kirici bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku nêrîna rast û hedefa rast her tim huner û hunermend kirine xewna bi xof a serdestan. Rûgeşê ev tişt bi lêv kir: “ Huner her tim li dijî zilm, dijdemokratîkbûn û rejîmên zextê bûye jehr. Ji ber yê jehra xwe li civakê vedirêşin, dixwazin hunermend bêdeng bikin, bigirin û berhemên wan sansur bikin. Bandorek xurt a hunerê li ser jiyanê heye. Huner mutefîka herî mezin a jiyanê ye. Huner berdewam e. Nêrîna rast bûye xewna bi xof a serdestan.”
 
'Huner û hunermend jêderka jiyanê ne'
 
Lîstikvan Denîz Turkalî jî daxuyakirin ku îdiaya pispora huner û hunermend girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên hêzê di destê xwe de digirin, vê wek zext, şîdet û tehdîdê bi kar tînin. Kêsê ku naxwaze karê kiriye derkeve holê, şerma xwe veşêre her tim di nav tirs û fikarê de ye. Huner û hunermend jêderka jiyanê ne. Divê em li wan xwedî derkevin.”