Li Îzmîrê li hember şanoya Kurdî eleqeya mezin

  • 09:06 26 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Lîstika ‘Tartuffe’ ya Şanoya Bajarê Amedê ku li turneyê ye li Îzmîrê rastî eleqeyek mezin hat. Gelek hezkiriyên hunerê ku yekem car şanoya Kurdî temaşe kirin, dixwazin li Îzmîrê xebatên çand û hunerê yên bi zimanê Kurdî zêdetir bibin.
 
Şanoya Bajar a ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû piştî qeyûm hat girtin û peymanên lîstikvanan jî hat feskirin. Li ser vê şanogeran Şanoya Bajar a Amedê ava kirin û xebatên hunerê berdewam kirin. Di sezona nû de lîstika ‘Tartuffe’ ya Molîere wergerandin Kurdî û derketin pêşberî gel. Şanoya Bajar a Amedê ku eleqeyek mezin dît niha li turneyê ye.
 
‘Li dijî şanoya Kurdî meraq heye’
 
Lîstik li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Îzmîrê hat lîstin. Dîcle Guneş Yavuz a jinek pîr û oldar dilîze, endama nû ya Şanoya Bajar a Amedê ye. Dîcleyê got herî kêm 20 caran li Êlih, Wan, Enqere, Stenbol û Îzmîrê ‘Tartuffe’ lîstine û got temaşevanan eleqeyek mezin nîşan daye. Dîcleyê wiha got: “Lîstikek kevn e lê rojevîbûna xwe diparêze. Ji ber vê eleqeyek mezin dît. Li dijî şanoya Kurdî meraq heye. Ez dixwazim li Îzmîrê jî ekîbek şanoya Kurdî bê avakirin. Lê ji bo vê divê derfetan bidin zorê.”
 
‘Min cara yekem şanoya Kurdî temaşe kir’ 
 
Jina bi navê Melek Gungor ku ji Êlihê koçî Îzmîrê kirine wiha got: “Min yekem car şanoya Kurdî temaşe kir. Em dixwazin xebatên çand û hunerê zêde bibe. Bila bernameyên wisa her tim hebin. Me gelek bêriya henekên bi zimanê xwe kiriye. Ez pir keniyam. Ji gelek netewan mirov li Îzmîrê dijîn. Divê mirov ji zimanê hev jî fêm bikin.”
 
Jina bi navê Esma Emektar jî kêfxweşiya xwe anî ziman û bi lêv kir ku zêde girîngî ji bo xebatên çand û hunerê nayê dayîn û got performansa lîstikvanan jî gelek serkeftî bûye. 
 
Dîcle Adiguzel jî wiha got: “Performnasa lîstikvanan û enerjiya temaşevanan pir baş bû. Divê bernameyên wisa zêde bibin. Huner û hunermend di bin zextê de ne. Peywir dikeve ser milê saziyên civakî. Ne tenê Navenda Çanda Mezopotamya divê hemû saziyên sivîl di bin bana xwe de cih bide bernameyên wisa.”