Ayşeya Şewaxî: Sira serkeftina min zanîna zimanê xwezayê ye

  • 09:20 24 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
DÊRSÎM - Yekane dengbêja jin a Dêrsîmê Ayşe Şewaxî ku êş û evîna erdnîgariya Dêrsîmê bi saza xwe tîne ziman wiha dibêje: “Ez li çiyan mezin bûm. Ez zimanê xwezayê, çiyayan baş dizanim. Sira serkeftina min a di muzîkê de jî ji wir tê.”
 
Ayşe ya li gundê Celedur a navçeya Pertek a Dêrsîmê dijî, tevî zexta feodal a li ser, muzîka xwe klamên xwe çê dike. Ayşe Şewazî bi strana xwe ya ‘Baran Barî’ hat nasîn. Ayşe bi dengê xwe yê xwezayî û ji dil a di albuma ‘Aşiqên Gel ên Dêrsîmê- Sarra’ balkişand bi albuma xwe ya nû ‘Şîr û Kef’ kêfxweşî û êşên gel tîne ziman.
 
‘Ez bixwe hînî tenbûrê bûm’
 
Ayşeyê derbarê destpêkirina muzîkê de axivî û diyar kir ku wê di temenê biçûk de ji sazê pir hez kiriye û wiha got: “Ez pir biçûk bûm, min stran digotin. Lê tenê mêran tenbûr lê dixistin. Ji bo jina qedexe bû. Guneh bû. Min ji bavê xwe xwest lê bavê min neanî. Min jî kir înat. Piştre bavê min anî. Min lê xist. Lê herî dawî ez hîn bûm.”
 
‘Ji ber vê hatim şermezarkirin’
 
Ayşeyê balkişand ser çanda feodal a li gund û wiha got: “Ji ber min li sazê dixist ez hatim şermezarkirin. Nedihiştin keçên wan bên cem min. Ji ber vê min veşarî lê dixist. Min pêvajoya zehmet derbas kir. Tenbûra min wek zaroka min bû.”
 
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan deman mezinên wan radyo guhdar dikirin û dema Ayşe Şan, Meryem Xan derdiketin bi bandor dibû û wiha dawî lê anî: “Min dixwest ez jî wek wan bêjim. Yekane xeyalê min ev bû. Ez dixwazim klamên xwe bi zimanê xwe bêjim. Yên îlhamê didin min çiya û xweza ne. Ez li çiyan mezin bûm. Ez zimanê wan baş dizanim. Sira serkeftina min jî ji wir tê.”