Yekemîn Mîhrîcana Şêwekarî ya jinan dest pê kir

  • 10:14 20 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Kifrî koma Jinên Şêwekarî yên Kifrî, yekemîn mihrîcana Şêwekarî ya Jinên Kurdistanê li dar xistin.
 
Li Hola Şehîd Atêla ya li peymangeha Hunerê ciwanan a bajarokê Kifrî ya  herêma Germiyanê, Mihrîcana Şêwekarî ya Jinên herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê jî di nav de gelek kes tevlî mihrîcanê bûn.
 
Di destpêkê de peyama Koma Jinên Kifrî hat xwendin û piştî wê daxuyaniyek di derbarê mihrîcanê de hat xwendin. Piştî wê Wezîrê Rewşenbîrî Xalid Doski û amadekarê mihrîcanê Selah Kiwêxa,  axivîn.
 
Piştî axaftinan komên cuda  daketin ser dikê û stran gotin. Di mihrîcanê de 75 jin ji bajarên Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Kerkûk, Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi berhemên xwe beşdar bûn . Wê mîhrîcan 2 rojan berdewam bike.