Deriyê Navenda Çandê piştî qeyûm hat girtin

  • 09:08 10 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
WAN - Navenda Çanda Bêrîvan a ji aliyê şaredariya Îpekyol a DBP’ê ve hatibû çêkirin, bi sedan zarokî lê perwerdeya zimanê dayikê digirt û xebatên çand û hunerê dimeşandin. Navend ji aliyê qeyûm ve hat guhertin û êdî zarok naçin navendê. Ji zarokan Viyanê wiha got: “Ew der wek mala min bû. Ez ê destûr nedim hilweşandina mala min.”
 
Navenda Çanda Bêrîvan ji aliyê Şaredariya Îpekyol a Wanê ya DBP’ê ve di 2015’an de ji bo zarokan hat avakirin. Navend li herêma TOKÎ ya Sixkê hat vekirin, tê de di 6 beşan de yên weke muzîk, şano, reqsên gel, seramîk û zimanê Kurdî perwerde dihat dayin. Piranî zarokên di navbera temenê 11-12 salî tevlî qursan dibûn. Nêzî 120-150 xwendekarên her tim dihatin hebûn. Li ser daxwaza malbatan di demê de hejmara xwendekaran zêde bû. Perwerdeya piranî bi Kurdî dihatin dayin. Ligel hunerê, dersên wêjeyê jî dihatin dayîn. 
 
Taxa Sixkê bi giştî malbatên ku ji gundan koç kirine, lê bi cih bûne. Ji ber vê vekirina navendê ya li vir xwedî wateyek cuda ye. Bi vê navendê hat hedefkirin ku zarokan bi hunerê re bînin cem hev û hunerê pêş bixînin. Lê bi hatina qeyûm re Navenda Çanda Bêrîvan jî wek saziyên din hat pasîfkirin. Piştî mamoste ji kar hatin derxistin, malbatan zarokên xwe neşandin. Piştî qeyûm naveroka bernameyên navendê jî hat guhertin.
 
‘Navenda Çanda Bêrîvan wek mala min bû’
 
Xwendekara Navenda Çanda Bêrîvan, Viyanê diyar kir ku beriya qeyûm diçû navendê û ji ber dersên wan Kurdî bûn gelek kêfxweş bûne û wiha got: “Ez ji derveyê dibistanê li her derê Kurdî diaxivim. Li wir hevalên min çê bûn. Ez hînî parvekirinê bûm. Ji ber navenad me ji destê me girtin em pir xemgîn in. Lê em ê wir ji qeyûman bigirin. Ew der wek mala min bû.”
 
‘Me zarokên xwe bi dilrehetî dişand’
 
Emîne Bozkurt a du xwişkên wê diçûn navendê diyar kir ku dema xwişkên wê diçûn navendê gelek pêş ketibûn û wiha dawî lê anî: “Bixwebaweriya wan çê bûbû. Me bi rehetî zarok dişandin. Lê êdî em naşînin. Zarokan bi zimanê xwe perwerde digirtin. Lê piştre ev xebat hatin rakirin û me jî zarok neşandin.”