'Rengê Mor a Siyaseta Kurd' di şanoyê de tê lîstin

  • 09:03 4 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
STENBOL - Pirtûka ku Gultan Kişanak li girtîgehê nivîsiye ya bi navê ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ ji aliyê lîstikvana şanoyê Julîde Kural ve li şanoya xwendinê tê lîstin. Ji muzîkjenên jin ên NÇM û şanogerên jin ên ji nasnameyên cuda wê di lîstikê de cih bigire. Tê plankirin ku lîstik di 27’ê Kanûnê de bê lîstin.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û piştre hat girtin, niha li girtîgeha Kandirayê ye û li wir pirtûka bi navê ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ nivîsî. Di pirtûkê de çîroka 23 siyasetmedarên jin ên Kurd tê vegotin û jinên Tirkiyeyê eleqeyek mezin nîşanî pirtûkê dan. Lîstikvana sînema û şanoyê Julîde Kural biryar da ku pirtûkê li gor şanoyê amade bike.
 
Fikra hevpar a jinan
 
Julîde ewil pirtûkê dixwîne û difikire ku ev dikare bibe şano. Piştî demekê jin li ser pirtûkê tên cem hev. Di civînê de nivîskar û endama PM'ê ya HDP’ê Ayşe Berktay ji Julîdeyê re dibêje ‘Em dikarin vê bikin şano’.Li ser fikra jinan Julîde pirtûkê ji nû ve bi baldarî dixwîne.
 
‘Di dema xwendinê de ez xurt bûm’
 
Julîdeyê got dema pirtûk xwendiye pir hestiyar bûye û wiha got: “Çavên min tije dibûn. Ez bi pirtûkê xurt bûm. Jinan pêvajoyên xwe vedigot. Cesaret û hêza wan ji bo min pir baş bû. Min got ez vê çawa bikim şano. Hinek pirsgirêk hebûn. Ya yekem hinek çîrok kurt, hinek dirêj bûn. Hinek jî rewşa heyî vedigot. Her tiştê di vê pirtûkê de ji jiyana rast dihat. Me yê ev bi awayekî bibira ser sahneyê. Di vî alî de fikara estetîk xwe da der. Min seranserê havînê pirtûk xwend.Min her hevalek nas dikir. Bi wesîla pirtûkê niha baştir nas dikim.”
 
‘Çîroka her jinekê cuda ye’
 
Julîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku çîroka her jinekê cuda ye û di encamê de hemû jin in û wiha got: “Kurd, Elewî, Sunnî hene. Piranî zewicandî û xwedî zarok in. Şanoya xwendinê di rewşa heyî de divê saetekê derbas neke. Me 4 caran pirtûk avakirina wê pêk anî. Ji ber divê çîroka 23 jinî wekhev bihata vegotin. Divê 390 rupelên pirtûkê daketa 20 rupelî. Ji bo 23 jin wekhev bê vegotin min hewl da. Ji lîstikvanên NÇM’ê Rewşan, Rugeş Kirici, lîstikvana sînema û şanoyê Denîz Turkalî û ez. Em ê metnan bixwînin. Ji NÇM’ê wê hunermendên jin jî cih bigirin. Wê sahneyek ku muzîka wê jî hebe. Em ê hemû li sahneyê bin. Di sînevîzyonê de wê Fîlm Mor jî ligel me be. Gultanê gotibû ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd bixe rupelên dîrokê pirtûk amade kiriye. Em ê jî bi riya hunerê û nasnameyên cuda carek din li dîrokê bi cih bikin. Ez Çerkez im, hevalên Kurd û Behrareş jî wê hebin. Bila ji aliyê cuda jî jin bên û pirsan bipirsin.Gelek girîng e ku jin dest bidin hev.”
 
Lîstika ku tê hedefkirin wê saetek û nîvê bidome, di 27’ê Kanûnê de li Şanoya Kenter wê saet di 20.00’an de bê nîşandan.