Kovara jinan a Kurd ‘Jujîn’ derket

  • 09:08 1 Kanûn 2018
  • Çand û Huner
Sîbel Ozalp
 
STENBOL - Jinên Kurd bêyî ku bêjin ‘mêr dibêjin çi’ di 2’ê Kanûna 1996’an de kovara Jûjin a fermî, derxistin û heta sala 2000’î berdewam kir. Jûjîn serhildanek li hember mêr û berxwedanek fikrî bû.
 
Jujîn, navekî ji hatina cem hev gotinên jujî û jin derketiye holê. Jinan bi armanca ku jin bi dirîyên xwe li hember êrîşan parastina xwe bikin, navê jujî bi kar anîne û di 2’ê Kanûna 1996’an de Jujîn derxistin. Jinên ku di pêvajoya ku kuştinên kiryar dihatin jiyîn de, xwe berpirs dîtin, di encama nîqaşên wan de kovar derxistin û ev wek berdewamiya kovara beriya wê ‘Roza’ bû. 
 
Jinan li dijî her cureyê êrîşan, xwestin wek alava parastinê diriyên wan hebin û xwestin van jî li dijî nêrîna serdest a mêr û pêşdarazên mêr bikar bînin. Yanî jinan bêyî ku bêjin ‘mêr çi difikirin’ îlana nîşandana diriyên xwe kirin.
 
Ji ekîba Jujîn bi nasnavê Hande, di roportajek xwe de diyar dike ku xeta Jujînê bi ya Rozayê re heman e û wiha digot: “Jinên Kurd kêm dinivîsî. Derfetên nivîsandinê tunebû. Me binivisiya jî me bi navê sexte dinivîsî. Bi veşarî. Me dixwest em pirsgirêkên xwe di rayagiştî de bidin xuyakirin. Me dixwest em di qada nivîsandinê de xwe pêş bixînin.”
 
‘Serbixwe û li ser jinê bû’
 
Di 1996’an de bi piştgiriya jinên li Ewropayê li Amedê Jujîn nêzî 500 hezar dihat firotin. Jinên Amedê, xetereyên wê demê piştguh dikirin û bi îmzeyên veşarî bin jî nivîs dişandin kovarê û hewl didan bi piştgiriya xwe Jujînê li ser piyan bigirin. Ekîba Jujîn hewl didan piştgiriyê bidin piştgiriya têkoşîna jinên Kurd û di navbera jinên Kurd de têkiliya hestî ava bike.
 
Jinên di kovarê de dinivîsin, diyar kirin ku wan pêla femînîstiyê jî di weşanên xwe de bicih kirine û wiha gotin: “Me bi van kovaran tirsa xwe derbas kir. Me pirsgirêkên xwe dan xuyakirin. Bixwebaweriya me zêde bû.”
 
Kovar heta sala 2000’î weşana wê hat kirin û cih da nivîsên Kurdî jî.