Hiriyê bi teşiya xwe û bi keda destên xwe dirêse

  • 09:43 23 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Li Heseka Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd li keda hezar salan xwedî derdikevin. Jina Kurd a bi navê Nofa Xelo ya 70 salî ku li Bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê dijî yek ji jinên Kurd e ku dev ji çanda kevnar bernade û bi kêfek mezin xwedî lê derdikeve. Nofayê dibêje:"Ez hemû kilamên xwe ya bi hesreta azadiya Kurdistanê dema ku hiriya xwe bi teşiya xwe dirêsim, dibêjim."
 
Çanda rêsandina hiriya bi teşiyê di nava gelê Kurd de xwedî cihekî taybet û kevnar e. Her çiqas mirov di bin pergala kapîtalîzmê de mane jî jina Kurd a bi navê Nofa Xelo ya 70 salî ku li Bajarê Til Temirê yê Kantona Hesekê dijî bi rêsandina teşiyê çanda kurdewar diparêze. Tevî ku nexweş e jî ew bi bêhna fireh û bi sebrek giranbiha teşiya xwe dirêse û dibêje:"Ez dema ku teşiya xwe dirêsim ez gelek kêfxweş dibim. Ji ber ku zarokatiya min tê bîra min û ez çanda xwe ya kevnar dîsa bi bîr tînim ez xwe gelek bextewar hês dikim."
 
'Nexweşiya min nabe asteng ku ez çanda xwe biparêzim'
 
Nofayê da zanîn ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristî hene lê ew dîsa jî çanda xwe diparêze û wiha got:"Ev mîrateya rêsandina hiriyê ya bi teşiyê ji dayika min ma. Ez li gund mezin bûm loma di nava xwezayê de ez hînî gelek tiştên baş bûm. Jiyana gundan jiyana mirovan zindî dike. Loma divê mirov her dem girîngiyê bide jiyana xwezayî ya li gundan. Ez niha nexweş im jî. Lê nexweşiya min nabe asteng ku ez çanda xwe biparêzim. Loma divê mirov di destpêkê de dil bike."
 
'Ez kilamên xwe yên ji bo hesretiya azadiyê dema ku hiriya xwe dirêsim dibêjim'
 
Nofayê da zanîn ku ew sebra xwe bi teşiya xwe tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez hemû kilamên xwe ya bi hesreta azadiya Kurdistanê dema ku hiriya xwe bi teşiya xwe dirêsim, dibêjim. Ez dema ku hiriya xwe bi teşiya xwe dirêsim ez gelek kêfxweş dibim. Ji ber ku zarokatiya min tê bîra min û ez çanda xwe ya kevnar dîsa bi bîr tînim ez xwe gelek bextewar hês dikim."