Dengbêjên Colemêrgê: Her kilamek mertalek li dijî pişavtinê ye

  • 09:05 23 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut 
 
COLEMÊRG -Li Kurdîstanê bi salane jin bi klamên ku dibêjin çanda dengbêjiyê dane berdewamkirin. Dengbêjên jin ên Colemêrgê anîn ziman ku her klameke dibêjin  li hemberî pişavtinê mertalek e. 
 
Li Kurdîstanê ji demên berê û  heta niha gelê kurd êş, komkujî, evîn  û kêfxweşiya xwe her tim bi klaman anîne ziman û heta roja me ya îro anîne. Li Colemêrgê jin bi salane di dewatan de bi klamên ku dibêjin çanda kurd  li hemberî polîtikayên pişavtinê parastine.  Jinên Dengbêj  bi derfetên xwe li hemberî polîtikayên qirkirina çandê  bi klamên ku dibêjin destûr nadin ku çanda Dengbêjiyê bê jibîrkirin. Jinên Dengbêj anîn ziman ku ew bi salane li dijî qirkirina çanda kurd tedikoşin û gotin ku her klamek wan li hemberî qirkirinê mertalek e. 
 
'Her kilamek mertaleke ji bo parastina çandê'
 
Dengbêj Mumê Turan bi lêv kir ku ew ji zarokatiya xwe heta niha  dengbêjiyê dike û got ku her jineke kurd dengbêj e û wiha axivî;” Ez ji zarokatiya xwe heta niha dengbêjiyê dikim. Ji berê de me li gundan di dewatan de, şahîyan de her tim bi stranên ku gotin çanda xwe berdewam kir. Berê dawet bi stranên ku jin û mêran bi hev re digotin dihatin kirin. Lê niha li gel pêşketina teknolojiyê kevneşopiyên me hatine guhertin. Berê parvekirin gelek zêde bû. Dewatên me herî kêm sê rojan bi kelecan û şahî  berdewam dikirin. Li gundan hûnermend û dengbêjên dewatan jin bûn. Çi roja me beyî klaman derbas nedibû. Li deştan, zozanan û bêrîvaniyê me her tim klam digotin. Gundên me vala kirin û ketin hewlêdanên pişavtina çanda kurd. Lê negihiştin armanca xwe ez hîna bi gotina  stranekê jî be li hemberî qirkirina çandê dibim mertal. Ji bo ku klam û çanda min bi  min nedin jibîrkirin, ez her roj klaman dibêjim û li dijî pişavtinê dertêm.” 
 
'Divê em nebin şirîkê pişavtinê'
 
Dengbêj Werdê Dayan ji daxuyand ku ew her tim bi dilşewatî klaman dibêje û got ku klam aramiyê didin wê û wiha got:” Gelê kurd ji berê û heya niha her tim ji aliyê serdestên xwe ve bi zilm û zordariyê re  rû bi rû maye. Bi valakirina gundên me qirkirina çandê dest pê kir. Lê ji me jinan re rojeke bêyî klam mîna îşkenceyê dihat. Di wan şert û mercên herî giran de me dîsa jî tu car dev ji dengbêjiyê berneda. Bi dengekî jî be me ev çand xwe berdewam kir û heta roja me ya îro anî. Dayikên kurd bi çavên xwe pir êş û komkujî dîtine û ev komkujî kirine mijara kilamên xwe û tu car nedane jibîrkirin. Em heta dema  niha jî her hefteyê li malekê kom dibîn û bi klamên ku dibêjin gazinc û êşa dilê xwe dibêjin. Em li ku derê bijîn divê çanda xwe bi parêzin û diê em bi jibîrkirina çanda xwe nebibîn şîrîkên pişavtina ku dijmin li ser gelê me ferz dike. Çand kurd bi dengbêjiyê dest pê dike, divê em her tim wê biparêzîn û bidin jiyîn.” 
 
Ev şîreta dayikên me ye'
 
Dengbêj Nerîman Keskîn jî da zanîn ku klam  ji wê re hezkirina herî mezin e û got ku ew ê tu car dev ji gotina kilaman bernede û wiha pê de çû;” Gava ku em li gundan bi dayikên xwe re diçûn dewatan, dayikên me hem stranên govendî hem jî yên dilşewat digotin. Her tim dayikên me şîret li me dikirin ku em xwe hînî dengbêjiyê bikîn û piştî wan em destûr nedin ku çanda Dengbêjî bimre. Bi rastî ez bi saya dayika xwe hînî dengbêjiyê bûm. Ez pir pê kêfxweş im. Gava ku dawet pêk tên gazî me dikin, em diçîn li ser bûk û zavayan klaman dibêjîn. Niha bi hewlêdanên pişavtinê dixwazin  klamên me yên berê bidin jibîrkirin. Lê em tu car destûrê nadin ku çanda me ya Dengbêjiyê bê jibîrkirin.”