Nanê tenûrê yê ku bingeha xwe ji çandek kevnar girtiye

  • 09:01 20 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Gulperîn Hiso ya ku bi salane çanda nanê tenûrê didomîne û tama wê nade jibîrkirin wiha dibêje:"Dema ku ez nanê tenûrê lê dixim û bêhna wê hildigirim zarokatiya min tê bîra min û gelek bextewar dibim ku hîn vê çandê didomînim."
 
Gelek jinên ku pêşengtî ya berdewamiya çanda kevnar kirine, têkoşîna wan hêjayî pesindayinê ye. Yek ji van jinan Gulperîn Hiso ya ji Gundê Salhiyê yê Til Temira Kantona Hesekê ye. Ew bi çêkirina nanê tenûrê çanda kevnar didomîne û ji ber vê yekê bextewar dibe. Gulperînê têkildarî mijarê de wiha dibêje:"Dema ku mirov çanda xwe biparêze di heman demê de ji pişaftinê rizgar dibin. Loma ji ber ku ez çanda çêkirina nanê tenûrê didomînim ez gelekî xwe xwe bi siûd dibînim."
 
'Lêxistina nanê tenûrê jî karekî hunerî ye'
 
Gulperînê da zanîn ku ew gelekî taybetmendiyê dide karê hunerî yê destan û wiha got:"Niha dema ez nên lê dixim ez kedek cuda didim. Lêxistina nanê tenûrê jî karekî hunerî ye. Ji ber ku ev kar her kes nikare bike. Ev wekî çandekê ez ji dayika xwe hîn bûm û niha ez jî digihêjînim nifşên nû. Ez her serê sibehê hêvîrê xwe distirêm û nanê xwe lê dixim. Tama nanê tenûrê cuda ye û zarok jî gelek jê hez dikin.Dema ku ez nanê tenûrê lê dixim û bêhna wê hildigirim zarokatiya min tê bîra min û gelek bextewar dibim ku hîn vê çandê didomînim. Dema ku mirova çanda xwe biparêze di heman demê de ji pişaftinê rizgar dibin. Loma ji ber ku ez çanda çêkirina nanê tenûrê didomînim ez gelekî xwe xwe bi siûd dibînim."
 
'Ez di heman demê de karê çandiniyê jî dikim'
 
Gulperînê bi lêv kir ku ew ji kevneşopiya xwe hez dike û wiha got:"Karê çandiniyê jî yek ji kevneşopiya me ye. Ez di heman demê de karê çandiniyê jî dikim. Jin di xwezaya xwe de ji kevneşopiya xwe û ji afirîneriyê hez dike. Ez jî hewl didim ku bi afirêneriya xwe çanda xwe bidim domandin û li dijî pişaftinê bisekinim. Dema ku ez wiha bikim ez ê zarokên xwe re jî bibim mînak û ew ê ji bi saya min vê kevneşopiyê bidomînin."