37’emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê hat vekirin

  • 14:45 10 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
STENBOL - 37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê, li Navenda Kongre û Fuara TUYAP’ê hat vekirin. Weşanxaneyên Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar û Na bi pirtûkên xwe yên Kurd û Tirkî di fuarê de cih girtin.
 
37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê ya îsal, li Navenda Kongre û Fuara TUYAP’ê ya li Buyukçekmece ya Stenbolê deriyê xwe ji pirtûkhezan re vekir. Fuar dê di nava 10 û 18’ê Mijdarê de berdewam bike û ji niha de rastî eleqeyek mezin a ji 7 salî heya 70 saliyan tê.  Malbatên bi zarokên xwe re hatin fuarê, li qadên lîstûkan û pirtûkên zarokan digerin. 
 
Di fuara îsal de weşanxaneyên Aram, Rûpel, Ava, Lîs, Avesta, Ar û Na bi pirtûkên xwe yên Kurd û Tirkî cih girtin.
 
Hin çalakiyên dê di fuarê de bên lidarxistin wihane: “
 
*Weşanxenaya Dîpnot dê di 11’ê Mijdarê de panela “Li Ser Dîroka Devkî û Çep” li dar bixe, Esra Koç, Cahît Akçam, Yucel Demîrer û Seyfî Ongîderî dê weke axaftvan beşdarî panelê bibin. 
 
*Di di 16’ê Mijdarê de jî, bi tevlîbûna Asena Ozzoral, Kubra Yaniktepe, Sena Nur Işık û Gîzem Olcay panel bê li dar xistin.”