Şopa şaristaniya ku rûyê cîhanê geş dike: Qesra Mameşûrê

  • 09:03 8 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
Rûken Goman 
 
DERIK - Cîhan bi çand, huner, dîrok û şaristaniyê dibe qada rengên ku li ser rûyê mirovan bi bextewarî dide der. Yek cihên ku şaristanî û dîroka cîhanê diparêze jê Qesra Mameşûrê ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye. Dema ku mirov diçe vê Qesrê bêhna wan fireh dibe û dilê wan xweş dibe.  
 
Qesra Mameşûrê ya Gundê Dêrika Rojavayê Kurdistanê gelek şopên şaristaniya ku rûyê cîhanê geş kiriye di nava xwe de vedihewîne. Qesra Memeşûrê navê xwe ji gundê ku girêdayî wê ye girtiye. Ji dîrokê heta niha ji êlên wekî Xerza, Botan û Ebasanan re malovantî kiriye. Bi bawerî û şaristaniyên cuda hêviyên mezin di dilê civakan de ava kiriye. 
 
Ji bo koçeran bûye stargeh
 
Qesra Mameşûrê li ser girekî cihê xwe digire û ji 15 odeyan pek tê. Koçerên ku diçûn zozanan Qesra Mameşûrê ya ku bi kevirên reş hatiye avakirin wekî stargeh ji xwe re didîtin. Di qesra ku koçeran ji xwe re wekî stargeh didîtin de gelek bîranîn, şaristanî, çand û huneran di nava xwe de vedihewîne. Ev yek ji bo gelek cihan jî bûye mînakek berbiçav. Dema ku mirov niha jî diçe Qesra Mameşûrê şopên şaristanî û dîrokek dûdirêj dibîne. 
 
Qesra Mameşûrê ji êşên mezin re jî malovantî kiriye
 
Piştî ku Fransayê ev Qesra girt şûnde vira wekî navenda leşkerî bi kar tîne. Kesên ku dîl tên girtin li vir gelek zilm û zordestiyê dibînin. Ev yek jî dîsa wekî şopek reş a şerma şerên di nav mirovan de dimîne. Qesra Mameşûrê ya ku di heman demê de ji êşên mezin re jî malovantî kiriye, niha deriyê xwe ji mirovên dîrokhez re vekiriye û li hêviya serdanê ye.