Pêşengeha Şopdarên Rojê

  • 15:35 6 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 1' emîn  Pêşengeha Şopdarên Rojê ku ji 29'ê Cotmehê de dest pê kiribû, dê îro bi dawî bibe.
 
Pêşangeha Navenda Şopdarên Rojê ku ji 100 wêneyan pêk tê, îro li bajarê Qamişlo hat vekirin û dê îro rêzeçalakiya pêşangehê bi dawî bibe.  
 
Navenda Şopdarên Rojê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeha wêneyan vekir.  Pêşangeh 27’ê Îlonê li bajarê Dêrîkê dest pê kir û li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Firatê de dewam kir. Îro jî saet 11.00’an li bajarê Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo çalakiya pêşangeha Navenda Şopdarên Rojê bi dawî dibe. 
 
Pêşengeh  ji aliyê sazî, rêxistin û meclîsan ve hat ziyaretkirin. Her wiha pêşengeh ji aliyê Berdevka fermî ya Yekîniyên Parastina Jin YPJ'ê Nisrîn Ebdulah ve jî hat ziyaretkirin .
 
Ji bo vekirina pêşengehê qordeleya sor bi destê dayikên berxwedêran hat qutkirin û ji bo temaşekirina wênayan  gel derbasî hundur bûn. Paşî jî endama navenda "Şopdarên Rojê" Êvlî Elî bi xêrhatina hemû kesên hazir kir û wiha got: "Me kedeke mezin da di ber pêşkêşkirina van wêneyan de. Lê dema ku em kêfxweşiya van dayika bi van wêneyan dibînin moralê me bilind dibe."
 
Xelat û diyarî li wênekêşên Şopdarên Rojê hatin belav kirin. 
 
Di dawiyê de jî govend hat gerandin.