Mîhrîcana li Şehbayê didome

  • 13:20 5 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Di çarçoveya Hemleya "Serî hilde" û bi dirûşma "Fastîvala Ciwanan Dengvedana Efrînê ye" Mîhrîcana Yekîtiya Ciwanên Rojava ya ku berî du rojan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 3'emîn de li Kantona Şehbayê berdewam dike. 
 
Di çarçoveya Hemleya "Serî hilde" û bi dirûşma "Fastîvala Ciwanan Dengvedana Efrînê ye" Mîhrîcana Yekîtiya Ciwanên Rojava ya ku berî du rojan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 3'emîn de li Kantona Şehbayê berdewam dike. Bi armanca piştevaniya Hemleya Rizgarkirina Efrînê Yekîtiya Ciwanên Rojava li navçeya Şêrewa ya Kantona Şehbayê , mîhrîcana çandê û werzîşê li dar xistin. 
 
Piştî ku Mihrîcan li Navçeyê Şêrewa,Tel Rifet hate li darxistin, îro jî, li cihê lîstikê ya bi navê Nor EL-Korawî ya li gundê Babinês ya Kantona Şehbayê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Kantona Şehbayê, Meclîsa Herêma Efrînê, Çand û Hunerê, Yekîtiya Jinên Ciwan,Yekîtiya Ciwanên Rojava,Yekîtiya Ciwanên Kantona Şehbayê,Partiya Pêşeroja Sûriyeyê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk beşdarî mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de futbol, pêşbirka revê, lîstikên gelêrî hat kirin. 
 
Ji aliyê Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê axaftin li ser serkêşiya ciwanan a di şoreşan de hat kirin. Têkildarî vê mijarê Endama Komîteya Amedekar ya Çalakiyê  Zêneb Hemo diyar kir ku  ji bo moral û piştgiriyê wan ev mîhrîcan li dar xistine û got:"Li dijî dagirkeriyê em ê bi têkoşînek hevpar bi ser bikevin."
 
'Em di nava şertên dijwar de li berxwe didin'
 
Lîstikvana Fotbolê û Rêveberiya Jinên Ciwan a Navçeya Ehrezê Emîne Muhemed axivî û wiha got: "Ev roja 3'emîn e ku ez tevlî mîhrîcanê dibim, bila dijmin zanibin ku di nav şert û mercên herî zehmet de be jî em li berxwe didin. Em ê li ser esasê gotina Rêber Apo ya 'Me bi civantî dest pê kir em ê bi civantî bi ser bikeve' tev bigerin û têkoşîna jiyanê bidin."
 
'Em ê li berxwe bidin û teslîm nebin'
 
Her wiha Endama Fotbolê Nor Muhemed jî anî ziman ku tevlîbûna jinên ciwan a vê mîhrîcanê gelek girîng e û wiha got:"Ev nêzî du hefteyan e ku ez perwerdeya fotbolê dibînin moralê me gelekî bilind e. Ji ber ku di nav ewqas zehmetiyan de em serî natewînin û em têkoşîna xwe didomînin. Em ê li berxwe bidin û teslîm nebin."
 
'Em ê her di nava têkoşînê de bin'
 
Avcîn El-Ehmed jî wiha got: "Em bi çalakiyên bi vî rengî berxwedana xurtir dikin. Em ê her di nava hewldana têkoşînê de bin. Em gelek bextewar in ku em beşdarî vê mîhrîcanê bûn."
 
Tê payîn ku sibehê li "kampa Berxwedanê" Mîhrîcan di roja xwe ya 4'emîn de bi dawî bibe.