Fîlmê Keçên Rojê eleqeyek mezin dît

  • 11:29 5 Mijdar 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlmê Keçên Rojê ku behsa berxwedana jinên Kurd dike, li Cenevreyê hate nîşandan. Eleqeyek mezin ji bo fîlm hate nîşandan û derhêner Hûsson got; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cîhanê dide nîşandan.”
 
Fîlmê Les Fîlles du Soleil (Keçên Rojê) di 24’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cenevre de hate nîşandan ku qala berxwedana li Şengal û Rojava ya jinên Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ’ê dike. Derhênera wê jî wê Eva Hûsson a Fransiz e.
 
24’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Cenevre di 2’ê Mijdarê de dest pê kir. Roja Şemiyê li sînemaya Empîr Fîlmê Keçên Rojê hate nîşandan û temaşevenan eleqeyek mezin nîşanî fîlm dan. Piştî fîlm bi dawî bû li salonê dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin.
 
Dêrhênera fîlm Eva Hûssan piştî nîşandana fîlm bi temaşevanan re rûnişt û pirsên temaşevanan bersivand. Eva got; “Ji bo ragihandina berxwedana jinên Kurd ji bo cîhanê min ev fîlm kişand. Beşdariya jinên Kurd ji bo têkoşînê gelekî mezin e.”
 
‘Nîşaneya felsefeya jinên Kurd û Ocalan e’
 
Eva got ku fîlm qala doza Kurd nake lê qala têkoşîna jinên Kurd dike û wiha domand; “Dirûşmeya jin, jiyan, azadî ya ku bûye nîşaneya jinên Kurd ne tenê sembola jinên Kurd e, nîşaneya têkoşîna hevpar û azadiya jinên cîhanê ye. Dirûşme di heman demê de sembola felsefeya Ocalan û YPJ’ê ye ya ku dixwaze civakekê ava bike.”
 
Eva herî dawî diyar kir ku yek ji armancên kişandina fîlm vegotina rastiyên hatine jiyan kirine.