Jina ku êş û derdên xwe bi helbest û wêneyan tîne ziman: Leyla Yarar

  • 09:07 27 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
MÊRDÎN – Helbestvan Leyla Yarar a ku di 15-16 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û li dijî hemû zextan serî rakiriye got ku wê karê xwe dewrî ciwanan kiriye û divê ciwan xwe pêşve bibin. 
 
Helbestvan Leyla Yarar a ku ji navçeya  Şemraxê ya Mêrdînê ye ku ji ber pîşeyê bavê xwe li gelek bajaran geriyaye û perwerde dîtiye diyar kir ku dema li pirtûkxaneyan xebitiye dest bi nivîsandinê kiriye û helbestên wê di serî de di kovara û rojnameyan de hatine weşandin.  
 
Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de got ku piştî helbestên wê di kovar û rojnameyan de hatine weşandin wê helbestên xwe di pirtûka bi navê "Mazîçinê" de weşandine û wiha got: "Navê pirtûka min Mazîçinê ye û ev pirtûk pirtûka min a yekem e. Mazîçinê navekî jinan e û min xwest ku pirtûka min bi navê jinan bê weşandin. min ji 15-16 saliyaxwe de dest bi nivîsandina helbestan kir lê pirtûka min di sala 2006’an de hat çapkirin. Ev pirtûka min li ser jiyana jinan e. Min Hemû helbestan xwe li ser jinan nivîsîne.”
 
'Ez êş û derdên dayikan dinivîsim
 
Leyla, diyar kir ku dayikên kurd hemû birîndarin û ew jî yek ji wan e û wiha bi lêv kir: “Wekî li her welatekî ku kêm zêde jin nikarin daxwazê xwe bibînin û nayên cih li welatê me jî rewşa jinan bi vî rengî ye. Ji ber vê min pênûs girt destê xwe û min êş û daxwazên jinên kurd nivîsin. Ez bi vî awayî di warê nivîsandina helbestan de bi pêş ketim.  Min xwest ku îro çi di dilê min de heye di pirtûkan de bidim weşandin. Ger mirov êş û daxwazên xwe nenivîsîne hemû bi mirov re dikevin nava axê û tên tunekirin. Helbestên min li ser êşa jinan û berxwedana jinan e. Ez wekî jin di nava civaka baviksalar de rastî gelek astengiyan hatim lê min dest ji nivîsandina helbestan berneda. Ez dema helbestan dinivîsim xwe gellek rehet û azad hîs dikim.  Çawa herkes êvîndarê hin tiştane, ez jî evîndarê nivîs, xwendin, welat û helbestan me. Ez dixwazim bi helbestên xwe ji civakê re hin tiştan bibêjim.”
 
‘Ez di heman demê de wêneyan jî xêz dikim’
 
Leyla, bi lêv kir ku ji xeynî nivîsandina helbestan wêneyan jî xêz dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Ez dema wêneyan xêz dikim xwe azad dibinim. Ji ber ku ez têkoşîna jinan xêzdikim.  Ev jî min kêfxweş dike. Min di sala 1985’an de wêneyek xêz kir û ketim pêşbirê. Di pêşbirê de ez bûme yekem. Ji ber ku ez bûbûm yekem malbata hevjînê min hemû rojname anîn şewitandin û tundî li min kirin. Lê min dîsa dev ji nivîsandinê berneda û ez îro jî hem helbestan dinviîsim hem jî wêneyan xêz dikim.”
 
‘Min dora xwe dewrê ciwanan kir’
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwaze hemû jin êşên xwe binivîsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez difikirim ku pirtûka duyemîn jî derbixim. Min dora xwe dewrî ciwanan kir. Ez dixwazim ku rojên pêşiya me em azad azad bijîn.