'Çand û huner rûmet e'

  • 09:27 24 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
Nesrin Hesin/Viyan Said
 
ŞENGAL - Koma Çiyayê Şengalî ya Bajarokê Xanesorê beşdarî Mîhrîcana Silêmanî bû.
 
Li Silêmanî mîhrîcana hunerê ya bi navê "Surns" dest pê kir. Koma Çiyayê Şengalî ya Bajarokê Xanesorê beşdarî Mîhrîcana Silêmanî bû.
 
Li ser navi meclisa Xanesorê  Salih Hesan wiha got: "Ciwanên Êzdîxanê dê bi cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî mîhrîcanê bibin. Em ê heta dawî li çand, huner û kevneşopiyên xwe xwedî derkevin."
 
'Çand û huner rûmet e'
 
Li ser navê Çand û hunera Êzidxanî Dildar Hesin jî wiha axivî:"Em gelek kêfxweş in ku em ê beşdarî mîhrîcanê bibin. Çi ji destên me bê em ê ji bo parastina çand û hunerê û xizmeta gelê xwe bikin. Çand û huner rûmet e. "