Ciwanên Wanê: Qeyûman naveroka navenda çandê vala kir

  • 09:19 19 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
Rengin Azîzoglu 
 
WAN - Navenda Çanda Nuda ya li Taxa Xaçort a Wanê ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hatibû vekirin, ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît û di 3 salan de bi hezaran kes perwerde kir. Lê qeyûmê hat ewil navê wê guhert û piştre jî bi giştî bê bandor hişt. Ciwanên li Wanê dijîn jî dixwazin Navenda Çandê ji nû ve bê vekirin.
 
Navenda Çanda Nuda ya di 2012’an de li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyol a Wanê ji aliyê şaredariya DBP’ê ve hat vekirin, piştî qeyûm hat tayînkirin, bû hedef û hat girtin. Navê wê jî hat guhertin û qursên wê bi giştî hatin tunekirin. Navenda Çandê bi armanca ku li dijî bikaranîna hişbirê û fuhuşê têbikoşe li taxê hat vekirin. Di çarçoveya vê de der barê jin û zarokan de gelek semîner û atolye hatin pêkanîn û di alî hişmendîkirina li dijî hînbûnên nebaş xebat dihat meşandin.
 
Di gelek beşan de perwerde hat dayîn
 
Di 6 beşên wek muzîk, şano, sînema, wêje, wêne û lîstikên gelêrî de qurs hatin dayîn. Serlêdanên ji bo qursan gelek zêde bûn û di perwerdehiyên zimanê dayikê de jî nêzî 40 mamosteyî peywir girt.
 
Di qada muzîkê de, dersên erbane, gîtar, saz, keman, piyano, kemençe, santurê hat dayîn. Her wiha ji derveyî welat jî hunermend dianîn û atolye pêk dianîn.
 
‘Min xeyalê xwe ya herî mezin bi Nuda re pêk anî’
 
Zozan Bor a bi vekirina Navenda Çandê re qeyda xwe li beşa wênexêziyê çê kir, wiha got: “Ez beriya qursê li mal bûm. Xeyalê min yê herî mezin ez xwe di beşa wênexêziyê de pêş bixim. Min ev bi Nudayê pêk anî. Dersên Kuranê ji xwe li mizgeftan tê dayîn. Li navendên çandê hewce nake. Êdî kes wek berê naçe navendê. Girtina Nuda ji bo jin û zarokan windabûnek mezin bû.”
 
‘Piştî hat girtin em ketin valahiyekê’
 
Dîlvîn Abî jî bi lêv kir ku Navenda Çandê bandorek neyînî li ser jiyana wê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ewil çûm dersa gîtarê û piştre jî ya şanoyê. Ez 4-5 mehan çûm şanoyê gelek pêş ketim ku derkevim ser sahneyê lê navend hat girtin. Em ji taxê bi hevalan re diçûn. Piştî navend hat girtin em ketin valahiyekê. Piştî hat girtin di navendê de li ser navê hunerê tu tiştek nema.”