Jinên tevli Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sabrî bûn hatin xelatkirin

  • 10:11 14 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 2'emîn Mîhrîcana Wêje ya Oman Sebrî piştî merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Jinên wêjevan ên ku tevli mîhrîcanê bûn jî hatin xelatkirin.
 
 2'emîn Mîhrîcana Wêje ya rewşenbîrê Kurd Osman Sebrî  bi dawî bû. Mîhrîcan ji aliyê Komîteya Wêjê ya Kantona Qamişlo ve li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat lidarxistin, gelek kesên wêjevan ji bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn. Mîhrîcana ku 3 rojan berdewam kir bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû. 
 
Di mîhrîcanê de jiyana Osman Sebrî hat vegotin, bi erebî, kurdî, li ser çîrok û helbestên kurdî semîner hatin dayîn, muzîkjen û dengbêjan jî bi stran û hûnera xwe ku pêşkêş kirin hêz dan beşdarvanan. Mîhrîcan diyarî berxwedêr û gelê li Şehba û li Efrînê ku li dijî dagirkeriya tirk li ber xwe didin hate kirin. Di mîhrîcana ku bi xelatkirina wêjevanan hat bi dawî kirin de jinên wêjevan ku tevli mîhrîcanê bûn jî hatin xelat kirin.
 
Jinên ku hêjayî xelatê hatin dîtin navê wan wiha ye: Beşa çîrokên kurdî: Nerîman Evdikî, Beşa Helbestên Kurdî: Fatmê Sîdo, Gotarên Erebî: Cemîla Mihemed e.