Pêşangeha ‘Jin’ a Arzum Onan: Bi peykeran vegotina jinê

  • 09:07 12 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya duyem a peykeran bi navê ‘jin’ di 3’ê cotmehê de derxist pêşberî hezkiriyên hunerê. Arzum a ku xeyalên xwe bi sînor nekir, têkoşîna jinan a li dijî zor û zehmetiyan, bi peykerên xwe vedibêje.
 
Hunermend Arzum Onan pêşangeha xwe ya peykaran a bi navê ‘Jin’ di 3’ê cotmehê de li Navenda Çand û Hunerê ya Tophane-î Amîre ya Zanîngeha Mîmar Sînan derxist pêşberî hezkiriyên hunerê. Peykerên bi bronz, text, mermer, metal û camê hatine çêkirin, hestên jinan bi zimanekî fîguratîf îfade dike. Di pêşangeha nû ya Arzumê de 20 peyker hene. Di pêşangehê de peykerek Dayikên Aştiyê heye û wê pêşangeh heta 14’ê cotmehê bidome.
 
Hinek peykerên Arzumê bi navê ‘hestyarî’,  ‘balerîn’, ‘parçebûn’, ‘zarokên bûk’, ‘ragmen’, ‘li dû deriyan’, ‘Dayikên Şemiyê, ‘Dayik’ û ‘yekbuyîn’ e. 
 
Bedena jinê bi zimanekî fîguratîf tê îfadekirin
 
Arzumê di hemû peykaran de aliyê estetîk yê bedena jinê di fîguran de nîşan dide û cîhana xeyalên xwe bi sînor nake û bedena jinê bi cesaret bi peykeran îfade dike. Di pêşangehê de ya herî zêde balê dikşîne jî peykerê 'Dayikên Şemiyê' ye. 
Arzumê ku jin kiriye navenda pêşangeha xwe diyar dike ku di her qada jiyanê de zêdetir hewcedarî bi dengê jinan heye.