2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê dest pê kir

  • 14:14 11 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo a Kantona Qamişloyê dest pê kir.
 
2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo a Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Her bêjeyek kevirekî avakirina ziman e" dest pê kir. Bi dehan rewşenbîr, hunermend, tevlî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
 
Mîhrîcan dê 3 rojî bidome. Di roja yekem de li ser jiyana Osman Sebrî hat axaftin. Dê di mîhrîcanê de helbestên bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî bên xwendin. Her wiha dê semînerek li ser helbestan ji aliyê Malva Resol bê lidarxistin. 
 
2'emîn Mîhrîcana Osman Sebrî didome.