‘Her tiştê em dixwînin pergala baviksalariyê ji nû ve ava dike’

  • 09:11 7 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
AMED - Yek ji damezerînera Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç di cîhana wêjeyê ya nivîskarên jin tune tên hesibandin de, rêxistinbûna jinê  wek hebûn nirxand û got: “Her tiştê em dixwînin pergala baviksalariyê ji nû ve ava dike.”
 
Di roja me ya îro de di wêjeya cîhanê de nivîskarên jin tune tên hesibandin û jinên têkoşîna jinan de cih digirin jî vê mijarê dikin rojeva sereke. Hejmara jinên ku diyar dikin nivîsandin berxwedan û teşeyê hebûnê ye, roj bi roj zêde dibe. Bi taybet di salên dawî de jin li dijî nêzîkatiyên zayendperest û şovenîst yekane çareseriyê rêxistin dibînin. Endama damezerîna Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Korkmaz Dînç da zanîn ku azadiya jinê ji rêxistinbûnê derbas dibe û got rola li jnan hatine ferzkirin li pêş afrîneriya jinan asteng e, divê ewil jin rola li wan hatiye ferzkirin red bikin.
 
‘Di cîhana mêran de wêje’
 
Sevîmê her wiha daxuyakirin ku di cîhana mêr de cîhana jinê bûye mêr û wiha got: “Her tiştê em dixwînin di esasê de pergala baviksalariyê ava dike. Em jin rola ji bo me hatiye dayîn me bi xwe re hewandiye  ku em demê nabînin xwe lêpirsîn bikin. Ji ber vê em jiyana xwe bi awayê dizanin li ser kaxizê vala dikin. Lê em pirtûk, helbestên ku dixwînin dema lêkolîn dikin dibînin ku çiqas bi zîhniyeta mêr hatiye nivîsîn.”
 
‘Li Tirkiyeyê jin di cîhana wêjeyê de azad nebûye’
 
Sevîmê destnîşan kir ku ji aliyê ol û civakê ve jin hatine dorpêçkirin û got jin wê di hawirek wisa de çawa afrîner bin û wiha pê de çû: “Li aliyekê zextên ji dewletê li aliyekê zextên ji kevneşopiyan. Mînak baweriya olan li ser mirovan wek alava zextê tê bikaranîn û mirovan zêdetir dorpêç dikin. Ji cîhana wêjeyê de li Tirkiyeyê jin tu car azad nebûne. Jin di wêjeyê de jî zimanê aştiyane bikar tînin. Lê pisgirêkek heye. em wêjeya jinê jî femînîzmê jî ji ser rojava dinirxînin.Ji ber vê afrîneriya me kêm dimîne. Vê pisgirêkê divê em çareser bikin. Em ê zimanekî çawa bi kar bînin. Divê em vê nîqaş bikin û pêş bixînin.”
 
Sevîmê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji salên 90’î heta niha di nivîskariya jinê de zêdebûnek heye û bi taybet jî di beşa çîrokan de jin gelek serkeftîne, êdî mêr jî nikarin vê înkar bikin. Sevîmê herî dawî balkişan ser krîza aborî ya tê jiyîn û got weşanxaneyên ku piştgiriyê ji desthilatdariyê nagirin wê bên girtin û yên ewil bên fedakirin jî wê dîsa nivîskarên jin bin. Sevîmê anî ziman ku divê bi taybet jinên nivîskar bibin yek.