'Zarok siberoja civakê ye'

  • 12:59 1 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Weqfeya Jina Azad a Rojava bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan" pêşangeheke destkariyên zarokan li baxçeyê zarokan Nûr El-Şems a taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê li dar xistibû. Têkildarî mijarê de endamên Wekfa Jina Azad a Rojava û Baxçeyê Ronahiya Rojê axivîn û gotin:"Ji bo pêşketin û bextewariya zarokan divê çalakiyên cur be cur bên lidarxistin. Çimkî zarok siberoja civakê ye."
 
Weqfeya Jina Azad a Rojava bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan" pêşangeheke destkariyên zarokan li baxçeyê zarokan Nûr El-Şems a taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê li dar xistibû. Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û zarokên baxçeyê zarokan berê xwe dan pêşangehê da ku destkariyên zarokan bibînin. Têkildarî mijarê de endamên Wekfa Jina Azad a Rojava 
gotin:"Eleqeya li dijî pêşangeha destekariyên zarokan taybet û girîng bû. Divê civak bi hestiyariyek mezin nêzî zarokan bibin û piştgiriyê bidin çalakiyên derbarê zarokan de."
 
Endama Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Rojava ya beşa perwerdeyêê Nadîn Mehmûd li ser pêwistiya vekirin û lidarxistina pêşengeha karê destên zarokan wiha got:"Me xwest ku berhemên bi alîkariya mamosteyan bi destên zarokan hatiye çêkirin em pêşkeş bikin. Bi vê yekê zarok bextewar dibin û baweriya wan zêde dibe. Piştî vê yekê zarokan bêtir xwestin ku bi karên hunerî yên bi destan mijûl bibin. Eleqeya li dijî pêşangeha destekariyên zarokan taybet û girîng bû. Divê civak bi hestiyariyek mezin nêzî zarokan bibin û piştgiriyê bidin çalakiyên derbarê zarokan de. Ji bo moral û pêşketina zarokan ev pêşengeh girîng bû. Gel jî eleqeyek mezin nîşan de ev jî gelekî girîng bû. Gerek em hemû bi hev re ji bo bextewariya zarokan têbikoşin."
 
'Zarok siberoja civakê ye'
 
Endama Rêveberiya Baxçeyê Ronahiya Rojê Henan Mihemed jî wiha got:"Zarokên me hemû taybetmendiyên wan ên cuda di warê hunerê de hene. Divê em vê yekê derxin holê. Bi alîkariyek hevpar dema ku em li zarokan xwedî derkevin em ê bibe sedema siberojek ronî û azad. Eleqeya gel a li dijî pêşengehê û bextewariya zarokan a ji bo pêşkeşkirina berhemên wan hêjayî dîtinê bû. Çalakî û hewldanên bi vî rengî dê rê li aramî û bextewariya zarokan veke. Li civakekê dema ku zaroka ne bextewar bin dê siberoja wê civakê jî tarî be. Loma zarok siberoja civakê ye. Ji bo pêşketin û bextewariya zarokan divê çalakiyên cur be cur bên lidarxistin. Çimkî zarok siberoja civakê ye."