Çalakiya Çand û Hunerê ya li Şehbayê didome

  • 12:39 1 Cotmeh 2018
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Bi dirûşma "Li gor Netewa Demokratîk kar bikin û Efrînê rizgar bikin" çalakiyên çand û hunerê di roja 4'emîn de berdewam dike. 
 
Bi dirûşma "Li gor Netewa Demokratîk kar bikin û Efrînê rizgar bikin" çalakiyên çand û hunerê di roja 4'emîn de berdewam dike. Çalakiyên ku li Şehbayê tê lidarxistin îro li Navçeya Ehdesê berdewam kir. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê rêveberiya çand û hunerê Ronehî Şêxo avivî û got:"Dagirkeriya dewleta tirk nikare hêz û îradeya gelê Efrînê bişkîne. Şerd çi be bila bibe em ê teqez bi ser bikevin em ê xebatên xwe yên çand û hunerê her dem bidomînin."
 
Paşê Koma Govendê a bi navê Çiyayê Kurmênc derket ser dikê. Her wiha koma Rojava  û Koma Şano ya Afrînerên Hêviyên Şanoyê derketin ser dikê. Her wiha Komên Stranan stranên xwe gotin. 
 
Şahî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" bi dawî bû.