Yekîtiya Jinên Rewşenbîr şevbuhêrka helbestê li dar xist

  • 13:20 30 Îlon 2018
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Yekîtiya Jinên Rewşenbîr li gundê Til Nesrî ê bajarê Til Temirê  şevbêrekek helbestê li dar xist.  
 
Di çarçoveya piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran li tevahî herêmên Roajva û Bakûrê Sûriyê çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de Yekitiya Jinên Rewşen li gundê Til Nesrî ê bajarê Til Temirê yê girêdayî Kantona Hesekê   şevbêrekek helbestê ji welatiyên Efrînê re yên ku rastî îşkenceyê hatin û neçarî koçkiriyê bûn re li dar xist.
 
Di şevbêrka ku li hola Til Nesrî hat lidarxisitin de, helbestvanên jin Evîn Yusuf, Bêrîvan Faris, Hêlîn Hesen û Anahîta Sîno ji Herêma Cizîrê tevli bûn bi dehan jin jî ji bajarê Til Temir û Efrînê yên koçber wekî guhdarvan tevli bûn. 
 
'Wê berxwedana me bidome'
 
Rêvebera Yekîtiya Rewşenbîran Nesrîn Emîn bixêrhatina mêvanan kir û wiha got:"Em ê her di nava berxwedan û têkoşînê de bin, heta ku axa Efrînê ji dagirkeran rizgar bibe. Gelê ku hînÎ berxwedanê bûye ne mûmkîn e ku gavan şûnde biavêje, dê her dem serkeftin ji para Gelê Kurd be. Ji ber ku bi salan e Gelê Kurd bi qirkirinê re rûbirû dimîne. Êdî dem dema berxwedanê ye û ne demabêdengî û sitûxariyê ye." Nesrîn di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku bi helbest û hûnerê rastiya lehigniya şervanan û berxwedana jinên Efrînê derdixin holê."
 
'Em bi helbestên xwe dixwazin bibin dengê heqîqetê'
 
Helbestvan Evîn Yûsiv jî  di axaftina xwe de diyar kir ku ew hewl didin wekî helbetvanên jin bibin dengê rastiya heqîqetê  û bibin zimanê hesetên jinên Efrînê ku her kêlî di nava berxwedanê de bûn. Evîn wiha berdewam kir: " Helbest hestên mirovan didin nîşandan û  em jî bi vê şevbihêrka xwe piştgiriya gelê Efrînê dikin.  Bi hêviya demên pêş ku Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe. "
 
Piştî axaftinan Helbestvan Evîn Yûsif, Anahîta Sîno û Hêlîn Hesen helbestên ku Berxwedana Serdemê û kêliyên herî zehmet ku jin jiyane anîbûn ziman xwendin. 
 
Paşê Koma Ş.Çekar  a Zarokên Efrînê û Koma Kulîlkên Kurdistanê a Zarokên Til Temirê çend stranên şoreşgerî û filoklorî pêşkêş kirin. 
 
Her wiha zarokên Efrînê jî bi şanoyekê Berxwedana Serdemê koçberkirina gelê wê bi dare zorê û guhertinên ku hatin jiyÎN, pêşkêşkirin.