'Jina wênekêş şopedara rastî û heqîqeta tekoşîna jinê ye'

  • 12:50 30 Îlon 2018
  • Çand û Huner
Rûkan Goman 
 
QAMIŞLO - Jinên wênekêşên  'Pêşengiha  Şopedarên Rojê' diyar kirin ku jina wênekêş şopedara rastî û heqîqeta tekoşîna jinan e, ew ê hebûna  dîroka jinê û  berxwedana wê bi pênûs û kamereya jinê bidin nasîn ." 
 
Pêşengiha wênekêşiyê ya bi navê  " Şopedarên rojê " li navenda Aram Tîgran a Çand û hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişlo  ji aliyê wênekêşên YPG û YPJ'yî ve hat vekirin vekirin.  Piştî ku jinan wêneyên kişnadibûn  li Dêrikê rojekê pêşkêş kirin niha jî li Rimêlaninê pêşkêş dikin û dê jinên wênekêş her rojê li bajarekî pêşangeha xwe ya wênekşiyê pêşkêş bikin.
 
Di pêşangehê de 100 wêne ji hemû kêliyên jiyan û berxwedana şervanan hatine hilbijartin. Di nava van wêneyan de jî herî zêdewêneyên Şoreşa Jinê yên wekî jinênşervan, dayîk zarok derdikevin pêş.  Girêdayî mijarê beşdarvanên jin ên wênekêş ku bi wêneyên kişandine tevli pêşangehê bûne nircandin kirin û wiha gotin: "Jina wênekêş bi kemereya xwe rola jinê û hebûna  wê di pêşengtiya civet û şoreşan de mayinde dike."
 
'Şopedarên rojê kêliyên berxwedandê didin nîşandan' 
 
Jina wênekêş Jiyan Xelîl ku bi wêneyên kişandine tevli pêşangehê bûwiha nêrîna xwe anî ziman: " Di hundirê vê pêşengihê de pir wêne hene, lê ya herî giring em wekî jinên wênekêş çiqas dikarin bi van wêneyên xwe bandoriyê li derdora xwe bikin e.  Ji xwe armanaca me jî ew bû ku em kêliyên berxwedan û tekoşîna jinê ji civata xwe re bidin nîşandan. Arnabca ne ew bû ku em bi riya vê pêşangehê  heqîqeta jinê û rastiya wê derbixin holê.  Wêneyên me bi kemîraya jinan hatine kişandin û me xwest ku em bi çavê jinê êş û xweşiya jinê bidin nîşandan. Ji ber ku dema me wêne dikişnadin di her kêliyekê de em hestên cuda dijiyan. Di wan kêliyan de carna kêfxweşî û carna jî nexweşî hebû. Ji ber vê em dibêjin ku jina wênekêş şopdara rastî û heqîqeta jinê ye."
 
'Em ê jin dîroka xwe bi destê xwe dinivîsin' 
 
Nivîskara şopedara rojê Henan Reşko jî ku tevli pêşangehê bûye wiha got: " Wekî nivîskara pirtûkên berxwedana şervanan ez beşdarî vê pêşengihê bûm, rastî pirtûkên me jî hemû çîrok in. Çîrokên me jî hemû li ser şervanên jin û  bi teyibet jinên ku cihê xwe di berxwedanê de   girtine ne. Hemû çîrok me ji devê jinên berxwedêr girtine. Bi salan e têkoşîna jinê di dîrokê de gelek kêm hatiye nivîsandin û ya hatiye nivîsandin jî bi testên mêran hatiye nivîsandin. Lê  em ê jin êdî  bi xwe dîroka  tekoşîna xwe  binivîsin, ji bo em ji dunyayê re  bidin nîşandan ku jin jî xwedî nirxên pîroz in û hêzeke  xurtin ."