'Pirtûkên eleqeyê dibînin qedexe ne'

  • 09:52 28 Îlon 2018
  • Çand û Huner
AMED - Li 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP’ê ve pêk tê, standên ku weşanxaneyên Kurd vekirine rastî eleqeyek mezin tên. Xebatkarên weşanxaneyan diyar kirin ku pirtûkên xwendevan eleqeyê nîşan didin hatine qedexekirin û got qedexe der barê zimanê Kurd de ye.
 
6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê ku li Navenda Kongre û Fuarê hatiye vekirin nêzî 120 weşanxane tevlî bûne. Fuar rastî eleqeyek mezin tê û weşaxaneyên Kurd jî standê xwe vekirine. Standên Kurd rastî elqeyek mezin a ciwanan tê lê pirtûkê bi navê ‘Tevgera Neteweyî ya Kurd’, ‘Kurd û Kurdistan’, ‘Serhildana Kurd a 1880’yan yên Weşanxaneyên Avestayê hatine qedexekirin.
 
‘Zimanê Kurd hatiye qedexekirin’
 
Xebatkara weşaxaneya Avestayê Songul Keskîn diyar kir ku qedexe di esasê de li hember zimanê kurdî ye û got di 6 mehên dawî de gelek pirtûkên wan yên kurdî hatine qedexekirin û dozger bi awayekî kêfî qedexe dike.
 
Her wiha weşanên Aram ku ew jî tevlî fuarê bûye bi giştî 89 pirtûkên wê yên qedexekirî hene. Xebatkarên wê diyar kirin ku piranî pritûkên hatine qedexekirin ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin dihatin.
 
Weşanxaneyên din yên Kurd yên tevlî fuarê bûne wiha ne: Aryen, Peyvend, Nubihar, Lis, Sîtav, Dara, Ava, J&J. ne