'Xwendin û nivîsandin bi qasî teslîmî piyasayê nebe girîng e'

  • 09:05 16 Îlon 2018
  • Çand û Huner
STENBOL -  Aksu Bora diyar kir ku divê di eniya weşanger û xwendevanan de tora rêxistin û piştevaniya nû bê avakirin û wiha got: “Xwendin û nivîsandin bi qasî teslîmî vê piyasê nebe girîng e. Em çi dikin bikin divê em hebûna xwe bidomînin.”
 
Ji ber sektora kaxizê girêdayî dovizê ye krîz roj bi roj mezin dibe û gelek kovar, rojname û weşanxane li ber girtinê ne. Yek ji damezrînera Weşanxaneya Ayîzî ya weşanxaneyek femînîst e, nivîskar Aksu Bora krîz nirxand. Aksu li Tirkiyeyê firotina Selîloz û Fabrîkaya Kaxizê (SEKA) bibîr xist û da zanîn ku di 2005’an de piştî fabrîkaya Îzmîrê dewrê şaredariyê hatiye kirin, hilberîna kaxizê ya Tirkiyeyê bi giştî hatiye qedandin.
 
‘Kaxiz hewcedariyek jiyanê ye’
 
Aksu ew dem bibîr xist û wiha got: “Taybetkirin, dewrkirina sektora taybet, li ereziya fabrîkayên çêkirina parqê, wek teşwîqa piyasaya pergala reş a dewlet ji aboriyê kişyaye, hat nîqaşkirin. Dor nehatibû pirsgirêkên spesîfîk ên ku bi sektora hatiye taybetkirin re hatine afirandin. Niha em yek ji van pisgirêkên spesîfîk dijîn. Piştî pereyê Tirk nirx winda kir, em girêdayî kaxiza îthal bûn. Ji bo hinekan kaxiz ne hewcedariyek jiyanî ye. Lê kaxiz hewcedariyek jiyanî ye.”
 
‘Weşangerî her tim zehmet bû’
 
Aksu bi lêv kir ku li Tirkiyeyê weşangerî her tim zehmet bûye û wiha pê de çû: “Weşangeriya rojnameyê bi tena serê xwe zehmet e ya pirtûk û kovaran bi tena serê xwe. Ez weşangeriya çandî dizanim. Li şûna weşandina pirtûka testê, weşandina pirtûka çandî rewşek taybet e. Bi pirsgirêka aborî re pirsgirêk mezin bûne.”
 
‘Em ji xwe di nava krîzê de bûn’
 
Aksu destnîşan kir ku wek sektora weşanxaneyek biçûk li aliyekî ne û ev tişt vegot: “Em ji xwe di nav krîzê de bûn. Belavkirin û firotin ji xwe pir bi pirsgirêk bû. Me kêm pirtûk diweşand. Hêza me ji bo pir tune bû. Niha divê em hinekî kêmtir bikin. Lêçûnên çapkirinê pir biha bûne. Em nikarin li gorî bihayê pirtûkan jî zêde bikin. Xwendin û nivîsandin bi qasî teslîmî vê piyasê nebe girîng e. Em çi dikin bikin divê em hebûna xwe bidomînin.”