Daraya ku di bin siya şer de maye

  • 10:30 15 Îlon 2018
  • Çand û Huner
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Bajarê Antîk Dara xwedî cihekî girîng e û di dîrokê de cihekî xwe yê taybet girtiye. Gel wek her salan îsal jî berên xwe dane Darayê û çûne serdana wê.  
 
Dema mirov li Deşta Mezopotamyayê digere fêm dike ku ji bo çi dîroka mirovahiyê xwedî cihekî girîng e. Ji demên berê heta roja îro rêçên şaristanên ku jiyane dibîne. Ji van yek jî bajarê Daraya antîk e. Ev bajar xwedî dîrokek 10 hezar salan e. Ev cih di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de dimîne. Ev dêr li gundê Dara di navbera Mêrdîn-Nisêbînê de li ser rêbejahiyê ye. Dara, cihê Deşta Mezapotamya û Çiyayên Tur Abdîn ku digihîjin hev li ser kevirên kilsînî ava bûne. Li Mezopotayayê  Dara cihê baraja yekem û kanalên avê ne.
 
Bajarê Antîk Dara ji baweriyên cuda rêçên wan heta roja îro hatiye. Bajar, heta dema mîladê gelek caran di navbera Îran û Romayan de dest guhertiye.
 
Li nêzî Darayê qereqola leşkerî û aliyê dinê jî dibistan heye. Heta xebatên kolandinê jî gelek beşên dêran wek axur hatiye bikaranîn. Kevirên ku di çêkirina Dêran de hatine bikaranîn heman demê di çêkirina xaniyan de jî hatine bikaranîn.  
 
Mirov dema behsa Darayê dike kêm dibîne, pêwîst e mirov bibîne. Gel her sal bi hatina bihar û havînê diçin serdana Darayê. Lê ji ber di demên dawiyê de şer zêde bûye Dara jî di bin siya şer de maye.