Şanoger 13 cotmehê bi mîhrîcana Şanoya 1’emîn Wan dikevîne ser dikê

  • 10:28 13 Îlon 2018
  • Çand û Huner
WAN - Li Wanê bi organîsazyona Şanoya Mencelê 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê dê pêk bê. Derbarê mîhrîcanê de şanogera Mencelê Perînaz Delazy  agahî dan. 
 
Li Wanê  cara yekem bi organîzasyona Şanoya Mencêlê 1’emîn Mîhrîcana Şanoya Wanê dê pêk bê. Mîhrîcan bi dirûşmeya “Xeyalek, Lîstîkek û Azadî” dê di 13'ê Cotmehê de dest pê bike û heya 21'ê Cotmehê berdewam bike. Dê li mîhrîcanê  8 lîstîk, atolye û konsera lorîka dayika pêk were. Der barê lîstîkê de şanogera Mencelê Perînaz Delazy axivi Perînazê got ku lîstîkên pir balkêş û bî wate ne. 
 
'Ji her reng û zimanî dê lîstikên me bên lîstin'
 
Perînazê dî berdewamîya axaftina xwe de  diyar kir ku li Wanê pêdivî bi mîhrîcana Şanoyê heye û got ku bi hewledanên mezin wan biryara mîhrîcanê dan û wiha got;” Em ê bi dirûşmeya “ Xeyalek, Lîstîkek û Azadî” îsal dê li ser dikê cihê xwe bigirin. Bi rastî ev demeke dirêj em tiştekî wisa difikirîn. Me xwest ku em payîzê sezona wê vekin. Ev demeke dirêj e di şanoyê de pir kêmasî hebûn û me xwest ku em mîhrîcana şanoyê pêk bînîn. Mîhrîcana me dê di 13'ê cotmehê de dest pê bike û heya 21'ê cotmehê berdewam bike. Gava ku me biryarek wisa da em pir fikirîn ne tenê yek rengî em dixwazîn ji her qadên civakê re bibin bersiv. Dî vê mîhrîcanê de ew şanogerên ku tedîkoşin û yên ku mîna me ser dikê bi kedeke mezin lîstîk dilîzîn di mîhrîcanê de cih bigirin. Ji her reng, zimanî dê lîstîkên me bên lîstin. Bi 8 lîstîkan, konser û atolyeyê em di 13'ê cotmehê de li ser dikê ne.” 
 
'Em bi kelecanek mezin bendewarên mîhrîcanê ne'
 
Perînazê bi lêv kir ku ew dixwazin bi pêkanîna vê mîhrîcanê di civakê de zîndîbûneke nû bîafirînîn û wiha berdewam kir;” Dê ji Amedê, Îzmîr û Rojhilat îstikên me hebin. Bêguman ger ku ev mîhrîcan li Wanê pêk were divê lîstîkên Wanê yên xweser jî hebin. Di mîhrîcanê de 2 lîstîkên jinan dê bên lîstin. Ji xeynî wan atolye û konserên me dê hebin. Ev atolye dê 5 rojan bidome. Em bi kelecanek mezin bendewarên mîhrîcanê ne. Em dikarin vê mîhrîcanê mîna mîhrîcana alternatîf bi nav bikin. Di mîhrîcanê de lîstîkên cûr bi cûr peyama pirjimarîyê dê bide gel. Em hewl didin ku lîstîken ji her zimanekî di mîhrîcanê de bidin lîstin. Komên şanoyên bajaran ên ku dê di mîhrîcanê de li gel me cih bigirin tev ên ku li hemberî pergala heyî tedîkoşînîn. Heya niha li Tirkîyeyê pir mîhrîcan pêk hatin. Lê ev mîhrîcan ji amûreke populîzmê bûn. Ev mîhrîcan dê ji wan cudatir be. Em dixwazin bi hev re bi piştgiriya jinan, ciwanan û hezkiriyên şanoyên di 13'ê cotmehê de mîhrîcana xwe pêk binîn. Benda gelê xwe ne. ”
 
Dî mîhrîcanê de lîstîkên ku dê bên lîstîn ev in:
 
*Tiyatro Mencel: Kerm/Kozalar 
 
*Şanoya Bajarê Amedê: Tartuffe
 
*Şanoya Yekta Hêvi : Kiraciyê nû
 
*Teatra Jiyana Nû : Bêru şanoya textê reş : 
 
*Awaza Dawî a Bayê Bakur 
 
*Lêkolînên şanoyê yên fizîkî: Di bin şatoyê de 
 
*Seyyar sahne : Ben Piêrre
 
*Tiyatro mephisto : Meymûnê Kafka
 
*Bi Koraya Tarhan re şanoya xwezayî
 
*Lorîka Dayikan konser