'Jin parêzkarên çand û hunerê ne'

  • 12:44 8 Îlon 2018
  • Çand û Huner
Rûken Goman
 
DÊRIK - Bi armanca parastina çand û hunerê li Dêrikê Mîhrîcana Çand û Jinê hat lidarxistin. Derbare mîhrîcanê de Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Jînda Munzir got:"Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wekî tabloyek rengîn hatiye neqişandin. Armanca me ew e ku em vê tabloye biparêzin."
 
Bi armanca parastina çand û hunerê li Navenda Çand û Huner a Diclêyê ya li Dêrika Herêma Cizîrê, Mîhrîcana Çand û Jinê hat lidarxistin. Derbare mîhrîcanê de Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Jînda Munzir got:"Jin parêzkarên çand û hunerê ne."
 
Jînda Munzir got:"Armanca me ew e ku em bi destên jinan çanda hemû gelan biparêzin. Li hember hemû rengên çewisandinê em li berxwe didin û em ê heta dawî çanda xwe biparêzin. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wekî tabloyek rengîn hatiye neqişandin. Armanca me ew e ku em vê tabloye biparêzin. Ji ber ku jin parêzkarên çand û hunerê ne, em ê bi destên jinê çand û hunera gelan biparêzin."