4'emîn mihrîcana zarokan li Serêkaniyê dest pê kir

  • 08:54 8 Îlon 2018
  • Çand û Huner
SERÊKANIYÊ - Bi dirûşma " Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin" 4'emîn Mîhrîcana Zarokan li bajarê Serêkaniyê yê Herêma Cizîrê dest pê kir.
 
Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn, bi dirûşma " Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrinê pêk bînin" 4'emîn Mîhrîcana Zarokan li bajarê Serêkaniyê yê Herêma Cizîrê dest pê kir. Hemû Hemû kom û beşên çand û hunerê tevlî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan dê 3 rojî bidome. Hemû zarokên neteweyên cuda dê bi muzik, dîlan, şanoya xwe beşdar bibin. 
 
Li ser navê Tevgera Kevana Zêrîn Nalîn Mihemed wiha got: "Bi boneya 1'ê îlonê roja aştiyê wekî Tevgera Kevana Zêrîn me li bajarokê Rimêlanê mîhrîcana zarokan li dar xist. Her wiha îro jî li Bajarê Serêkaniyê tê berdewamkirin. Weke ku tê zanîn zarok di nav gelek zehmetiyan derbas dibin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku bi vê mihrîcanê kêfxweşiyekê bidin dilê zarokan. Her wiha ez vê mîhracanê li hemû zarokan pîroz dikim."
 
Di destpêkê de Koma Ciwanên Kevana Zêrîn, Koma Şehîd Delîl, Şehîd Vîyan û Zarokên Kevana Zêrîn stranên xwe pêşkeş kirin. Piştre Koma Kevana Zêrîn bi şanoya 'Diziyê Baxçe' derketin ser dikê. Koma Şehîd Avesta bi govendê beşdarî mîhrîcanê bû. 
 
Hêjayî gotinê ye ku mihrîcan ew ê li Bajarê Serêkaniyê 3 rojan dewam bike.